Qubad Talebanî û Alicia Rico: Divê Herêm û Îraq bi hevra hevkar bin

Kurdistan 05:30 PM - 2026-06-09
Qubad Talebanî û Alicia Rico Perez Ragihandina Qubad Talebanî

Qubad Talebanî û Alicia Rico Perez

Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Balyoza Spanyayê li Îraqê Alicia Rico Perez kir û li ser çend mijarên girîng ên hevbeş gotûbêj kirin.

Di civînê de, ku roja Sêşemê (9/6/2026) birêveçû, behsa pêwîstiya pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Spanyayê de hat kirin. Her du alî hemfikirbûn ku derfetên xurtkirina peywendiyan hene, bi taybetî di warên çandinî, geştiyariyê û çandê de.

Mijareke din a ku hat gotûbêjkirin peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bûn. Di vî warî de, her du alî li hev kirin ku divê hikûmeta nû ya Iraqê girîngiyê bide geşedana aborî û di vê çarçoveyê de, divê hem hikûmeta Iraqê û hem jî hikûmeta Herêma Kurdistanê hevahengî û hevkariyê bikin, da ku pirsgirêkên xwe çareser bikin û jiyana welatiyan jî baştir bikin.

Di beşek din a civînê de, li ser pêşketinên dawî yên li herêmê nêrîn hatin guhertin. Her du alî hevrabûn ku divê welatên herêmê û civaka navneteweyî bi hev re bixebitin da ku pevçûn bi dawî bibin û bigihîjin rêkeftinekê ku dê bibe sedema aştî û aramiyê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket