Îraqê 145 haletên vegirtina taya xwînberbûnê tomarkirine

Êraq 03:28 PM - 2026-06-09
Xweparastin li taya xwînberbûnê Ajansa Îraqê

Xweparastin li taya xwînberbûnê

Êraq Tenduristî

Wezareta Tenduristiyê ya Îraqê radigihîne: Îsal, 145 kes nexweşiya taya xwînberbûnê vegirtiye û neh kes mirine, û Wezareta Çandiniyê ya Federal ji bo şopandina haletan odeyek operasyonan ji bo çavdêrîkirina wan haletan ava dike.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Seyf Yûsif di daxuyaniyekê de got ku; ji destpêka sala 2026an vir ve li Îraqê bi tevahî 145 haletên nexweşiya taya xweînberbûnê hatine tomarkirin. Diyar jî kiriye ku, ji ber bandorên tayê neh kes mirine.

Seyf Yûsif got ku: Di hefteya borî de 40 haletên nû yên nexweşiya tomar kirine, di nav de mirinek jî heye, ku ev yek nîşan dide ku ew nexweşî di demek kurt de li herêmên cuda belav bûye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket