Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06
Taybet
Foruma Delfî
Îro roja Şemiyê 6/6/2026`an bi çavdêriya Qubad Talebanî
2emîn foruma Delfî li hola Fawndayşin li kargeha kulturî li bajarê Silêmaniyê
birêve diçe, û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal
Talebanî dê beşdarî foruma Delfî bibe û wê peyama xwe hebe..
Bi çavdêriya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad
Talebanî îro care duyemîne ku foruma Delfî li Silêmaniyê tê lidarxistin, ku dê
çendîn serkirdeyên Ewropî û herêmî li ser rewşa siyasî û aborî gotûbêjan bikin.
Her weha tê payîn ku serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
(YNK) Bafil Celal Talebanî, beşdarî di forumê de bike û peyamekê pêşkêş bike.
Damezrîner û rêveberê Foruma Delphi (Simon Simeonides), di
kongreyeke rojnamevaniyê de li Silêmaniyê ragihand ku forumê bernameyeke du
rojî ya mijûl amade kiriye ku têde gotûbêjên li ser rewşa Jeopolîtîk li
Rojhilata Navîn, rola Herêma Kurdistanê wekî faktorekî aramiyê li herêmê, û her
weha gotûbêjên li ser mijarên aborî û pêşkeftinê û derfetên veberhênanê hene.
Biryare Foruma Delfî îro û sibê berdewam bike, ku hejmarek
kesayetên siyasî yên payebilind dê beşdar bibin.
Di Foruma Aborî ya Delfî de, siyasetmedar, biryarder û
karsazên mezin û bazirganên ji welatên Yewnanistan, Turkiye, Bulgaristan,
Romanya, Gurcistan, Polonya, Îtalya û Parîsê dê li ser ewlehî û enerjiya
herêmî, veguhastina kesk, pêşkeftina aborî û derfetên veberhênanê yên nû û
hewlên reformê gotûbêj bikin.
Foruma Navneteweyî ya Delfî yek ji girîngtirîn konferansên
navneteweyî yên cîhanê ye û her sal li bajarê Delphi ya Yewnanistanê tê
lidarxistin, eve sala duyemîne jî ku li Silêmaniyê foruma Delfî birêve biçe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06





Aplîkêşin

