Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî

Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05
Bajarê Qamişlo Medya

Bajarê Qamişlo

Rojavayê Kurdistanê

Li bajarê Qamişlo li nêzîkî Kolana Munîr Hebîb di bûyereke gulebaranê de hejmarek kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Çend demjimêr berê li Qamişlo li nêzîkî Kolana Munîr Hebîb ya taxa Xerbî bûyerek gulebaranê rû da û di encamê de kesek hat kuştin 2 kesên jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş)ragihand ku di bûyera gulebaranê de ciwanek hatiye kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûne û kesên birîndar rakirine nexweşxaneyek li bajêr.

Ev yek di demekê de ye ku hîna sedemên bûyerê nayên zanîn, lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêpirsîna xwe didomînin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket