Serok Bafil:Vekirina Tengava Hormuz gaveke girînge bo kêmkirina aloziyan

Kurdistan 09:10 PM - 2026-04-17
 Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Ragihandina Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Serok Bafil YNK

Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), di peyamekê de ragihand ku,em pêşwaziya daxuyaniya nû ya Serok Trump û Ebas Iraqçî ya li ser vekirina Tengava Hurmuzê û pêngavên erênî ber bi aştiyê ve dikin, û ev pêşketin pêngaveke girîng e ji bo kêmkirina aloziyên li herêmê di vê kêliya hestyar de.

Naveroka Peyamê:

Em pêşwaziya daxuyaniya nû ya Serok Donald Trump û Birêz Ebas Iraqçî li ser vekirina Tengava Hormuzê û pêngavên erênî bo gihîştin bi aştiyê, bi taybetî agirbesta li Lubnanê, dikin.

Ev pêşketin pêngaveke girîng e ji bo sivikkirina aloziyên li herêmê di vê kêliya hestyar de,vekirina vê rêya avê ya sereke ne tenê baweriyê bi bazara wuzeya cîhanî vedigerîne, lê di heman demê de rasterast beşdarî aramî û vejîna aborî ya herêmê dibe.

Em hana hemû aliyan dikin ku li ser vê rêyê berdewam bikin û li ser bingeha vê pêngavê, têgihîştinên demkî veguherînin rêkeftineke mayînde ku xizmeta berjewendiyên hemû gelên herêmê bikin.

Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket