Joe Kent:Digel Bafil Talebanî hevra me û divê herêm aram be

Kurdistan 10:21 AM - 2026-04-07
Joe Kent PUKMEDIA

Joe Kent

Serok Bafil Celal Talebanî

Joe Kent, rêveberê berê yê Navenda Neteweyî ya Dijî Terorê ya Amerîka, pesna hewldanên Bafil Talebanî, serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), û Qubad Talebanî, cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji bo parastina aramiya li Herêma Kurdistanê da.

Di hevpeyvînekê de bi Kanala 8 re derbarê rola Herêma Kurdistanê di rewşa heyî de, Kent got: Ez difikirim ku Bafil Talebanî pir baş kurteber kir aramiya ku her tim li Herêma Kurdistanê hebûye divê were parastin û divê ew herêmek pir aram bimîne, cihekî ku mirov dikarin biçin, bicivin û bi rastî jî xebata dîplomatîk bikin.

Her weha aşkere kir ku kî dizane, dibe ku rojekê di pêşerojê de, em dikarin li Hewlêrê yan Silêmaniyê bi Îraniyan re rûnin û vê pirsgirêkê bêyî ku mûşekan li hev bixin çareser bikin? Ji ber vê yekê, ez pesend dikim, aramiya ku em li Herêma Kurdistanê  dijîn bi hewldanek berbiçav hatiye bidestxistin û ez dibêjim, avakirina vê yekîtiyê bi dehsalan dom kir, ji ber vê yekê ez nafikirim ku hewldana afirandina hêzek kirê ya Kurd û şandina wê bo Îranê - berî her tiştî, ez nafikirim ku ev vebijarkek leşkerî ya guncaw e,ez nafikirim ku hejmara wan têra xwe ye; ew ji hêla hejmarî ve jî kar nake, çekdarên Kurdî têra xwe nînin, her çend ew bixwazin bi bandor rejîma Îranê li Îranê an jî li her beşekî wê hilweşînin.

Navbirî got:Afirandina vê celeb bê aramiyê bi rastî li dijî armancên stratejîk yên her kesî ye,ji ber vê yekê, ez dubare dikim, ez difikirim ku divê îstîqrara heyî li Herêma Kurdistanê were parastin.

Derbarê raporta dawî ya Telegraphê ya li ser hewldanên Serok Bafil Celal Talebanî û Qubad Talebanî ji bo dûrxistina Kurdan ji şerê Îranê, Joe Kent got: Ez difikirim ku pir girîng û jiyanî ye ku mirovên me hebin ku dikarin ji me re bibin alîkar ku em pirek di navbera Îraniyan û hemî lîstikvanên din yên herêmî de ava bikin,ev gelekî girîng e.

Kent got: Tiştê ku serkirdayetiya Kurdî, û bi taybetî birayên Talebanî, kirine dê di pêşerojê de pir girîng be,hebûna mirovên ku em pê bawer in li wir, mirovên ku peywendiyên me yên kûr û demdirêj bi wan re hene, yên ku awayê fikirîna me, û her weha awayê fikirîna Îranî û hikûmeta Îraqê li Bexdayê fam dikin, pir girîng e,ez difikirim ku emê di pêşerojê de hewceyê bi qasî ku pêkan mirovên ku dikarin ji me re bibin alîkar ku em vê valahiyê tijî bikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket