Qubad Talebanî:Hewldanên me parastina Kurdistanê bû
Kurdistan 03:18 PM - 2026-04-05
Ragihandina Qubad Talebanî
Civîna Qubad Talebanî digel Konsulên Giştî yên Fransa û Îtalya
Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr bi Konsulê Giştî yê Fransa
Jan Brem û Konsulê Giştî yê Îtalya li Herêma Kurdistanê Thomas Sansoni re bi
awayekî cuda civiya û di her du civînan de nêrîn hatin pevgherîn derbarê rewşa
aloz ya navçeyê û bandora wê li ser Îraq û Herêma Kurdistanê.
Di herdu civînên ku roja Yekşemê, 5ê Nîsana 2026an, li
Serokatiya Civata Wezîran li Hewlêrê hatin lidarxistin de, Qubad Talebanî ragihand
ku, her çende vî şerî bandorek neyînî li ser tevahiya herêmê, bi taybetî jî li
ser Îraq û Kurdistanê kiriye, lê hemû hewldanên serkirdayetiya siyasî ya Kurd
ew bû ku Herêma Kurdistanê û Îraqê biparêze û vê serdema dijwar bi kêmtirîn
zirarê derbas bike.
Cîgirê Serokwezîr got: Di vê rewşê de, wan hemû hewla xwe
dane daku saziyên hikûmetê bi bandor û bihêz bimînin û xizmetên xwe ji
welatiyên Kurdistanê re pêşkêş bikin.
Her di vê çarçoveyê de, Qubad Talebanî pêwîst dît ku medyaya
navxweyî û navneteweyî bi berpirsiyarî bi bûyeran re mijûl bibin û parastina
ewlehiya neteweyî û malên welatiyan li ber çavan bigirin û ji weşandina her
gotarek ku dibe sedema tirs û fikaran dûr bisekinin.
Derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta
federal de jî, Cîgirê Serokwezîr ragihand ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêk û
nakokiyan kar dikin daku di navbera her du aliyan de diyalogek avaker hebe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

