Ji ber dorpêça Amerîkayê Kuba tarî ye

Cîhan 09:30 PM - 2026-03-22
Nexşeya Kube PUKMEDIA

Nexşeya Kube

Ji ber dorpêça Amerîkayê, li Kubayê karesateke mirovî rû dide û 10 mîlyon kes bê elektrîk in. 
Di heman demê de, hemû nexweşên ku di bin amûrên nefeswergirtina destkird de bûn, jiyana xwe ji dest dane.
Medyaya cîhanê ragihand: Serokê Amerîkayê Donald Trump dorpêç daniye ser Kubayê û rê li ber ketina petrolê bo wî welatî digire û desteser kiriye. Ji ber vê yekê elektrîk li Kubayê qut bûye û hemû nexweşên li nexweşxaneyan ku di bin amûrên nefeswergirtina destkird de bûn, jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha ragihandin ku di meha Adarê de ev cara sêyem e ku elektrîk li Kubayê qut dibe û 10 mîlyon Kubayî bê elektrîk in. Jiyana nûjidayîkbûyan yên di beşa lênêrîna giran de û nexweşên şûştina gurçikan di metirsiyê de ye.
Di heman demê de, roja Înê 20ê Adara 2026an, Serokê Kubayê ragihand ku ev sê meh in tu barên petrolê negehiştine Kubayê û nexweşxaneyên wî welatî tenê bi 40%ê sotemeniya pêwîst kar dikin û neştergerî hatine paşxistin. Her wiha derman jî ji ber nebûna beradên sardbûnê xera dibin.

Di heman demê de, Rûsyayê tankereke petrolê ku 730 hezar bermîl tê de bû ji bo Kubayê şand, lê Wezareta Xezîneya Amerîkayê rê li ber girt û berê wê ber bi Trînîdadê ve guherand. Piştre Amerîkayê rê li ber tankera duyem a Rûsyayê ya bi navê "Sea Horse" girt ku 200 hezar bermîl dîzel hilgirtibû. Trump ragihand: "Kuba dê hilweşe."

Ji aliyekî din ve, Neteweyên Yekbûyî hişyarî daye Kubayê ku dê rûbirûyê hilweşîna mirovî bibe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket