Serokatiye Komar:Ji bo hinardekirina petrolê çareserî girînge
Kurdistan 09:36 PM - 2026-03-17
Serokatiya Komarê
Serokatiya Komara Îraqê
Serokatiya Komara Îrqê bang li hemûyan kir ku ji bo destpêkirina hinardekirina
petrolê hevahengiyê bikin û tekez kir ku, dîtina çareseriyek ji bo
hinardekirina petrola Îraqê pir girîng e û xizmeta berjewendiyên welêt dike.
Serokatiya komara Îraqê derbarê hinardekirina petrolê de daxuyaniyek
belav kir û ragihand ku, di vê rewşa hestyar de, em pabendbûna xwe ya bi
yekîtiya neteweyî di navbera hemû ewladên gelê Îraqê de û pêwîstiya dûrketina
ji nakokiyên duyemîn yên ku xizmeta berjewendiya giştî nakin, dubare dikin.
Her weha got: Dîtina çareseriyek ji bo hinardekirina petrola Îraqê gelekî
girîng e û xizmeta berjewendiyên welêt dike, di vî warî de, em bang li
Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku ji bo ji destpêkirina
hinardekirina petrola xav bo derveyî Îraqê hevkariyê bikin.
Serokatiya Komara Îraqê bang li Civata Nûneran
kir ku bi giyanê berpirsiyariya neteweyî tevbigerin daku berjewendiyên neteweyî
pêşve bibin û ji bo dûrketina ji pevçûnan kar bikin.
Di dawiyê de, serokatiya Komara Îraqê tekez kir
ku sîstema Federal li ser yekrêzî û hevkariya di navbera hemû desthilat û pêkhateyan
de hatiye avakirin, ev jî pêwîtî bi wê yekê
heye ku her kes giyanek berpirsiyariyê
nîşan bide û ji bo xurtkirina têgihîştin û yekîtiya neteweyî, û dûrketina ji
pevçûnan kar bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28 -
Kîmyabarana Helebceyê bi fermî dikeve nav bernameya xwendina Siwêdê
09:02 PM - 2026-03-26 -
Wezareta Parastinê: Drone li nêzîkî Kerkûkê hate xistin, heta niha ti qurbanî tinene
04:38 PM - 2026-03-26
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Hevpeymanan û HSD li Hesekê manorek serbazî encamdan
Kurdistan 01:18 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
Kurdistan 11:15 AM - 2026-03-29 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

