Erebistana Siûdî rojane 500 vîzeya umreyê dide Îraqê

Êraq 12:03 PM - 2026-03-09
Hec PUKMEDIA

Hec

Piştî seknandina dayîna vîzeya umreyê li seranserê cîhanê, berdevkê Hec û Umreya Herêmê ragihand: Niha rojane Erebistana Siûdî 500 vîzeyên umreyê dide welatiyên Îraqê.

Karwan Stonî, berdevkê Hec û Umreya Herêmê ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: Serokê Desteya Bilind a Hec û Umreya Îraqê Şêx Samî Mesûdî, razîbûna Keyantiya Erebistana Siûdî wergirtiye ji bo terxankirina 500 vîzeyên umreyê rojane bo hemû Îraqê.
Her wiha eşkere kir: Ji ber zêdebûna daxwaza welatiyên Îraqî ji bo encamdana suneta umreyê, aliyê Siûdî razî bûye ku rojane 500 vîzeyan bide Îraqiyan.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket