Şerê Amerîka-Îsraîlê digel Îranê ket hefteya duyê
Cîhan 03:48 PM - 2026-03-07
Theglobeand
Tehran piştî êrîşa Îsraîlê
Îro Şemî
rêkefta (07-03-2026 )an şerê di navbera Îsraîl û Îranê de derbasî hefteya xwe
ya duyemîn bûye, her du alî jî êrîşên xwe yên mûşekî didomînin.
Bi 80 balafiran çend cihên Îranê hatin bombebaran kirin
Medyaya
fermî ya Îranê roja Çarşemê ragihand ku çend cihên li Tehranê dîsa hatine
bombebarankirin, di heman demê de Îsraîlê got: Wan Kolêja Polîsan ya Tehranê jî
kiriye armanc ku zêdetirî 80 balafirên şer êrîş pêk anîne, di heman demê de
medyaya Îsraîlê got: Artêşê avên mûşekan li rojava û navenda Îranê bombebaran
kiriye û di demên dawî de 230 mûşekan êrîşên xwe pêk anîne.
Embara mûşekan armanc hatiye girtin
Artêşa
Îsraîlê ragihand ku du embarên mûşekan û zanîngeheke leşkerî ya navendî li
bakur-rojhilatê Tehranê hatine armancgirtin.
Li gorî artêşa Îsraîlê, êrîşan navendeke fermandariya bin erdê û depoyên
mûşekan armanc girtine.
Êrîşa Îsraîlê bo ser Îranê berdewam e
Di heman
demê de, Îranê îro serê sibê êrîşên xwe yên li ser bajarên Îsraîlê ji nû ve
dest pê kirin, alarm da û sîstema parastinê ji nû ve aktîf kir.
Divê Îran teslîm bibe.
Derbarê agirbestê de, Serokê Amerîka Donald Trump helwesta xwe ya dawî ya
li ser agirbestê ragihand û bang li Îranê kir ku di berdêla agirbestê de ew teslîm
bibe.
Trump got:Ew li rêberekî qebûlkirî digerin ku dê bi Amerîka û Îsraîlê re baş
tevbigerin, ji ber vê yekê ne girîng e ku ew ne demokrat û olperest be.
Îran êrîşên xwe bo ser hevsê yên xwe radigire
Serokê Îranê Mesûd Pazîşkiyan got:Em bi tu awayî teslîm nabin û xewna wan
dê pêk neyê.
Pazîşkiyan, di peyameke vîdyoyî de, sivikbûna rageşiyê ragihand û eşkere kir ku
ew ê êrîşên li ser welatên hevsê rawestînin, tenê xwe biparêzin.
Di heman demê de, berdevkê Hêzên Çekdar yên Îranê Ebû Fezil Şikarçî ji ajansa
nûçeyan ya Tasnim re ragihand ku êrîşên li ser Îsraîlê dê berdewam bikin û got:
Ji her cihê ku êrîş li ser me were kirin, ew ê bibe hedefa rewa ya êrîşên
me."
Her weha Şikarçî got:Em hewl didin ku zirarê nedin welatên hevsê û
serweriya wan, ji ber vê yekê emê êrîşî her welatekî bikin ku êrîşî me kiribe.
Êrîşên li ser Lubnanê berdewam dikin
Êrîşên
hewayî yên Îsraîlê li ser Îranê di 6ê Adara 2026an de, çend avahiyên li Beyrût
ya paytexta Lubnanê armanc girtin.
Ev yek di demekê de ye ku, êrîşên Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê di 28ê Sibata
2026an de dest pê kirin û Îranê bi tundî bersiv da êrîşan ku Îraq û Herêma
Kurdistanê ji ber êrîşan ziyane dîtine, û hîna jî ne diyar e kengî û çawa şer dê bi dawî bibe, yan jî
şer dê li gelek welatên din belav bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

