Çar kesên Kurd li Helebê ji ber êşkenceyê hatin kuştin
Kurdistan 12:46 PM - 2026-03-07
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan
Dema derketina xelkê Şêx Meqsûdê ji taxa xwe
Çar welatiyên taxên Kurdnişîn
yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê piştî ku di bûyerên ku di meha Çile de li taxa Şêx
Meqsûd ya parêzgeha Helebê rû dan hatin girtin, di navendên ragirtinê yên ji
aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve tên birêvebirin de di bin îşkenceyê de canê xwe
ji dst dane.
Di wê derbrê de, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand ku, ji
malbatên qurbaniyan re hat gotin ku ji bo wergirtina terman û îmzekirina
belgeyên mirinê, bêyî ku sedem an jî mercên mirinê werin aşkerekirin, biçin
beşa Pizîşka Dadweriyê di heman demê de, hin term bêyî ku rê bidin muayeneyek
tevahî hatin berdan.
Şêniyên gundewarên Efrîn roja 20ê Çile termên sê kesan, ku di nav wan de
welatiyekî 49 salî jî hebû, wergirtin ku ew roja 10ê mehê de dema ku bi
niştecihên gundewarê Efrîn re ji taxa Şêx Meqsûd derdiket, ji aliyê Wezareta
Parastinê ya Sûriyê ve hatibû girtin, ew ji gundê Hopkê yê navçeya Raco ya
Efrîn bû.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku hersê terman bêyî ku destûr bidin wan ku
terman keşif bikin, radestî malbatên wan hatine kirin û Ewlekariya Giştî ew
neçar kiriye ku belgeyên mirinê îmze bikin.
Di heman çarçoveyê de, malbata welatiyekî din ji gundê Kurzilê yê
navçeya Bulbul ya bajarê Efrîn hat agahdarkirin ku roja 22ê Çile belgeya mirina
kurê xwe îmze bikin û wî li goristana Hec Ebdulqadir El Sebax" veşêrin û
wê çavkaniyan destnîşan kirin ku ew ji aliyê Wezareta Parastinê ya Sûriyê ve li
taxa Şêx Meqsûd di dema êrîşa li ser wê de hatiye girtin.
Ev yek di demekê de tê ku binpêkirinên berdewam ji aliyê hêzên girêdayî
hikûmeta demkî û hevalbendên wê ve têne kirin, û nebûna mudaxeleya Civaka Navneteweyî
ya eşkere li hember van binpêkirinan.
Hejmara şehîd û kesên ku ji roja yekem ya aloziyê ve li taxên Helebê
hatine kuştin gihîştiye 111 kesan, di nav wan de:
-51 sivîl, di nav de 8 jin û 6 zarok,
bi vî awayî hatin kuştin:
-33 li taxa Şêx Meqsûd, di nav de 6
jin û 4 zarok.
-4 kes, di nav de 2 jin û zarokek, li
taxa Meydan.
-Du karmendên
Nexweşxaneya Osman li taxa Eşrefiyê bi awayekî bêserûber hatin bi darvekirin.
-Li taxa Eşrefiyê heft
mêr bi awayekî bêserûber hatin bi darvekirin.
-Zarokek ji ber
kişandina gaza rondikrêj mir.
-Çar kes di zîndanên
hikûmeta demkî ya Sûriyê de di bin îşkenceyê de mirin.
-59 ji
serbazan:
-38 ji Wezareta Parastinê.
-15 endamên Hêzên Asayîşa Navxwe, di
nav de 4 endamên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), ku termên wan li taxa Şêx
Meqsûd hatin şewitandin.
-Endamek ji Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), yên hêzên navxwe yên asayîşê
di şer û pevçûnan de li taxa Şêx Meqsûd hat kuştin û ji avahiyeke bilind hat
avêtin.
-5 endamên hêzên asayîşa navxwe li şerê li taxa Şêx Meqsûd hatin kuştin.
Her weha hejmarek mezin hîna winda ne û çarenivîsa wan ne diyar e ji ber
nebûna tora peywendiyan û hêla Internêtê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

