SOHR:Bendên Rêkeftina HSD û hikumeta Sûriyê tam ne hatine cî bi cî kirin

Kurdistan 11:14 AM - 2026-03-03
Rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan Ramî Ebdilrehman (SOHR) Medya

Rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan Ramî Ebdilrehman (SOHR)

Rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan Ramî Ebdilrehman pêkanîna peymana di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) û hikumeta demkî de wekî kêm û di çarçoveya rawestandina pevçûnan û hin tedbîrên ewlehiyê yên sînordar de bi nav kir û destnîşan kir ku bendên sereke, wekî têkelbûna hêzan û vegera koçberan, ji ber nebûna baweriyê û nakokiyên siyasî rawestiyane.

Rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan Ramî Ebdilrehman (SOHR) Ramî Ebdilrehman derbarê asta pêkanîna Rêkeftina 29`ê Çileyê ragihand ku divê peyman ne li gorî daxuyaniyên siyasî, li gorî pratîka li ser erdê were nirxandin.

Ramî Ebdilrehman got: Rêkeftina 29`ê Çileyê heta niha bi awayekî bi bandor bûye egera rawestandina pevçûnan, lê armancên wê yên bingehîn bi tevahî nehatine bicihanîn û destnîşan kir ku bicihanîn kêm pêk hatiye ku peyman kete meha xwe a duyemînji çareseriyeke aram bêtir bûye têgihîştineke hastyar.

Ebdilrehman diyar kir ku bendên herî berbiçav yên ku hatine rawestandin ev in: ji nû ve bicihkirina hêzên leşkerî, rakirina dorpêça li ser Kobanê, berdana dîlgirtiyan û aşkerakirina çarenivîsa windahiyan û her wiha garantîkirina vegera ewle ya koçberan û yekkirina rêveberî û saziyên xizmetê.

Rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan Ramî Ebdilrehman derengmayîna van pêkanînan bi nebûna baweriyê di navbera aliyan de, pirbûna aliyên peywendîdar, nakokiyên li ser desthilatdariyê û bandora aliyên herêmî ve girê da.

Ebdilrehman astengiyên li pêşiya pêkanîna Rêkeftina 29`ê Çileyê got: Nakokiyên siyasî yên li ser şêweya rêveberiyê û pêşeroja herêmê, pirsgirêkên ewlehiyê yên ji ber êrişên ku carinan çêdibin, her wiha pirsgirêkên îdarî yên derbarê rêveberina samanan û desthilatdariyê.

Ebilrehman derbarê vegera koçberan jî aşkere kir ku vegera koçberan sînordar maye, ji ber fikarên ewlehiyê û nebûna gerantiyên yasayî û her wiha asta wêrankirinê, qelsiya xizmetan, û guhertina demografîk ya ku di salên şer de çêbûye.

Ebdilrehman diyar kir ku bajarê Kobanê ji ber cihê wê û girîngiya wê ya sembolîk, teqîkirineke rastî ya serkeftina Rêkeftina 29`ê ye û destnîşan kir ku aramiya beşî ya heyî nayê wê wateyê ku pirsgirêkên bingehîn hatine çareserkirin.

Ramî Ebdilrehman hişyarî da ku têkçûna Rêkeftina 29`ê dikare bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê, têkçûna rewşa ewlehiya heyî û kûrbûna nakokiyan li Sûriyê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket