Trump: Îran qet nikare bibe xwediyê Çekên Etomî

Cîhan 11:38 AM - 2026-02-28
Serokê Amerîka Donald Trump Reuters

Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump îro roja Şemiyê rêkefta (28-02-2026)an ragihand ku artêşa Amerîka vê dawiyê li Îranê dest bi "operasyoneke şer ya mezin" kiriye.

Trump got: Artêşa Amerîka "operasyoneke mezin û berdewam dimeşîne.

Trump aşkere kir ku armanca me ew e ku em bi rakirina gefên rejîma Îranê, daku gelê Amerîkayê biparêzin.

Trump soz da ku ewê "mûşekên Îranê hilweşîne, bernameya wê ya mûşekan ji holê rakin, hêza wê ya deryayî ji holê rake û piştrast bike ku ew qet çekek etomêî bi dest naxe.

Serokê Amerîka got: Îranê hewl daye ku bernameya xwe ya etomî ji nû ve ava bike û tekez kir ku ew qet nikare bibe xwediyê çekek etomî.

Serokê Amerîka diyar kir ku Îran mûşekên dûr-mewda pêş dixe ku dikarin gefê li Amerîkayê û welatên din bixwin.

Serokê Amerîka destnîşan kir ku me her pêngavek gengaz avêtiye daku metirsiyên li ser karmendên xwe yên li herêmê kêm bikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket