Îsraîl li dijî Îranê êrîşeke pêşwext da destpêkirin
Cîhan 10:27 AM - 2026-02-28
Ajans
Dîmenê Tehranê îro
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz îro roja Şemiyê
rêkefta (28-02-2026) ragihand ku Îsraîlê bi beşdariya Amerîka êrîşeke pêşîlêgir
li dijî Îranê da destpêkirin û got: Armanca êrîşê ji navbirina her gefên li ser
Îsraîlê ye.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ji bo êrîşeke mûşekî ya dibekî li ser Îsraîlê alaram
lê dane û destnîşan kir ku xwendingeh girtî ne, ji Îsraîliyan re hatiye gotin
ku ji malê bixebitin û kombûnên giştî qedexe ne.
Artêşa Îsraîlê aşkere kir ku armanca hişyariya pêşîlêgir ew e ku raya giştî ji
bo egera avêtina mûşekan ber bi axa Îsraîlê ve amade bike.
Her weha medyaya Îranê jî ragihand ku çar teqîn li navenda
Tehranê hatine bihîstin.
Her wiha wan ragihand ku dûyek stûr ji derdora Kolana Pasteur ya li paytextê
bilind bûye.
Ajansa Nûçeyan ya Fars piştrast kir ku çend mûşek li Kolana Zanîngehê û herêma
Cimhuriye ya li Tehranê ketine.
Ajansa nûçeyan ya Îranê IRNA ragihand ku dengek teqînê bihîstiye û dûyek stûr
li herêmê dîtiye û got ku otombêlên agirkujiyê ji bo cihê bûyerê li navenda
bajêr hatine şandin.
IRNA her wiha ragihand ku çend mûşek li Kolana Zanîngehê û
herêma Cimhuriye ya li Tehranê ketine, sê teqîn û bandorên mûşekan li cihên
jorîn hatine tomar kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

