Aloziyên di navbera Pakistan û Afganistanê de gurtir dibin

Cîhan 10:17 AM - 2026-02-27
Bombarana Pakistanê Ajans

Bombarana Pakistanê

Hêzên çekdar ên Afganistanê li dijî bombebarana hêza hewayî ya Pakistanê bo ser axa wan, operasyoneke leşkerî ya tolhildanê li dijî Pakistanê dan destpêkirin, Pakistanê jî paytext Kabûla paytext bombebaran kir û şerekî vekirî li dijî wî welatî ragihand.

Xalid bin Welîd, berdevkê feyleqa 201ê ya artêşa Afganistanê ragihand ku hêzên hikûmeta Afganistanê dest bi êrîşeke tolhildanê kiriye li ser hêzên Pakistanê li parêzgehên rojhilatê Afganistanê û heta niha sê pîgeh kontrol kirine.
Hevdem, şeva borî balafirên şer ên Pakistanê paytext Kabûl bombebaran kirin û çend pîgehên din jî li Qendeharê kirin armanc, li gor ragihandina berpirsên Pakistanê 133 çekdarên Afganî hatine kuştin.

Ji aliyê din ve, Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Xwace Asif ragihand: Piştî êrîşên Afganistanê, welatê me şerekî vekirî li dijê ragihandiye, ji ber ku ew welat bûye penagehek ji bo dagirkeriya Hindistanê.
Ev di demekê de ye ku ji meha 10 a sala par ve li ser sînorê her du welatan alozî serî hildaye û ji ber wê jî, ji bilî qurbaniyên êrîşên dawî, 70 kes ji her du aliyan hatine kuştin. Di heman demê de Îslamabad, Kabûlê tawanbar dike ku rê li ber wan çekdaran nagire .

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket