Debaşan dibe kûrahiya çareseriya pirsgirêkên herêmê
Kurdistan 03:08 PM - 2026-02-25
Nivîsingeha Rojnamevanî ya Serok Bafil
Civîna Serok Bafil, Tom Barak û Mazlûm Ebdî
Bi amadebûna Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK),
nûnerê serokê Amerîka û nûnerê Kurd li Rojava, careke din Dabaşan bû cihê
civînên mezin, û ser pirsgirêka Rojhilata Navîn hatin gotûbêj kirin, hevdîtina Barak û Harris li Silêmanîyê wê rastiyê eşkere dike ku Amerîka
bi tevahî fêm kiriye ku YNKê mifteya çareserkirina pirsgirêkên Sûrîye û Îraqê
ye,li gorî çavdêrên siyasî jî îro Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê tiştê dike,
rûniştin digel Ebdî, rûniştin li Bexda, divê ew ji bo her kesî bibe pîvanek
yekgirtî, ne kêliyek taybetî ku tê de YNKê dikare vê hevsengiyê biparêze,dikare
bi rêberayetiya ji bo yekgirtin û yekdengiya Kurd bike, civînên îro û sibê ne tenê bingeha qonaxeke
siyasî ya nû ji bo YNKê ne, lê di heman demê de ji bo Kurdan û Kurdayetiyê li
herêmê bi giştî girîng in.
Silêmanî û Debaşan navenda dîplomasiya nerm in
Latîf Nêrweyî, Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK), ji PUKMEDIA re got: Silêmanî di civîna mala Mam Celal û
civîna hevbeş a Serok Bafil Celal Talebanî, Tom Barak û Mazlûm Ebdî de ji
peyamekê zêdetir tişt li xwe digire, ji aliyekî din ve, ev yek diselmîne ku
Silêmanî û Debaşan kevirê bingehîn ê dîplomasiya nerm, aram û xweber in û pêngavên
çareseriyê leztir dikin ku helwesta YNKê di piştgiriya siyasî û dîplomatîk de
ji bo serkeftin û parastina Rojava ji nû ve piştrast kir.
Her weha ragihand ku hebûna
Tom Barak li Silêmaniyê û hevdîtina wî bi Serok Bafil Celal Talebanî re,
nîşaneyeke eşkere ya rol û şehrezayiya serokê ciwan ê YNKê li ser asta
Kurdistan, Îraq û herêmê ji bo vekirina girêkên kor yên nakokiyên siyasî û şer
û pevçûnan e, nûnerê
Amerîkî ne tenê ew bi xwe ye, lê di heman demê de kesayetiyek din a Rojhilata
Navîn e, sembola têkoşîna li dijî terorîzmê ye û ji doza rewa ya gelê xwe
(Mazlûm Ebdî) fikar dike, ev jî belgeyek din e ku YNKê û Serok Bafil di şerê li
dijî terorîzm û tundrewiyê de şirîkek sereke û rasteqîne bûne, û niha di
çareserkirina pirsgirêkan de karakterek sereke ne. Pirsgirêk Rojavayê
Kurdistanê ye.
Wî her wiha aşkere kir
ku Ji Silêmaniyê, waneya yekbûna neteweya Kurd ji cîhanê re hatiye nasandin, derbarê
encamê civîna sê alî jî pêdivî bi çi şirovekirinekê nîne, ji ber ku wêne û kenê
li ser lêvên beşdarên wî her tiştî ji me re vedibêjin.
Serok Bafil serkêşiya pirsgirêkên neteweyî dike
Debaşan di demên berê,
niha û pêşerojê de cihekî girîng û bi bandor e, biryarên girîng û biryardar li
ser asta herêmî, herêmî û heta navneteweyî hatine dayîn, ev beşek ji siyaseta
Serok Mam Celal e ku her tim roleke mezin li Debaşanê lîstiye.
Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)
Xidir Mistefa ji Malpera PUKMEDIA re ragihand ku duh li Dabaşanê çend civînên
girîng hatine lidarxistin, ev yek careke din selimand ku Debaşan di
rabirdû, niha û pêşerojê de cihekî girîng û bi bandor e ku tê de biryarên
girîng û biryardar li ser asta herêmî, herêmî û heta navneteweyî têne girtin.
Aşkere jî kir ku Serok
Bafel kariye roleke girîng di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de bilîze, ku ev
beşek ji rê û siyaseta Serok Mam Celal e ku di demên berê de her tim roleke
mezin lîstiye û heman tişt niha li Debaşanê jî dubare dibe, em kêfxweş in ku
Serok Bafil, wekî serkirdeyekî ciwan, hemû pirsgirêkên neteweyî ber bi
çareseriyeke radîkal ve dibe.
YNKê her tim wekî kelehekê li pişt Rojava rawestiyaye.
Yekîtîya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK) her tim Rojavayê Kurdistanê wekî kûrahiya stratejîk ya Herêma
Kurdistana Îraqê zaniye, di heman demê de, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê
(YNK) xwedî ezmûn û dîrokeke rêbertiyê ya geş e di piştgiriya tevgera rizgariya
gelê me de. Şopandina vê siyasetê dirêjkirina wêjeya siyasî ya Serok Mam Celal
e.
Salar Mehmûd, Endamê
serkirdayetiya YNKê, ji PUKMEDIA re got:Ne tenê gelê Kurdistanê, lê hemû cîhan
YNKê wek dost û dijmin dibîne li gorî nêrîna YNKê, Rojavayê Kurdistanê kûrahiya
stratejîk ya Herêma Kurdistana Îraqê ye.
Her weha dazanîn ku,Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) xwedî
ezmûneke geş û dîrokeke rêbertiyê ye di hevgirtina bi tevgera rizgariya gelê me
re li beşên din yên Kurdistanê, di heman demê de siyaseta destwernedana di
karûbarên navxweyî yên wan de ye ev siyaset xwedî dîrokeke dirêj e û
dirêjkirina wêjeya siyasî ya Serok Mam Celal e.
Erdnîgariya siyasî ji Bexda û Şamê ber bi Silêmaniyê ve çû
Bafil Celal Talebanî,
serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), selimand ku ew ne tenê serokê
partiyekê ye,belê, ew kesayetek biryardar û girîng e, hem li Bexdayê û hem jî
li Rojava xwedî helwest û têgihîştina xwe ye, û dikare bi zimanê berjewendiyên
hevpar bi Washingtonê re biaxive.
Di heman demê de,
rojnamevan Erselan Mehmûd ji PUKMEDIA re got ku tiştê ku li Debaşanê rû da ne
civînek asayî bû, nûnerê Serok Trump li
Sûriyê, balyozê Amerîka li Enqerê, balyozê Amerîka li Bexdayê, fermandarê giştî
yê Hêzên Sûriyê Demokratîk, hemî li heman mêzê, di heman odeyê de, ev ne tesaduf e, lê erdnîgariya siyasî ya herêmê navenda xwe ya biha ji
Bexda û Şamê çend demjimêran ber bi Silêmaniyê ve guhast.
Wî got jî: Sê meh ji
hilbijartinên dawî yên Îraqê derbas bûn, lê serokkomar yan serokwezîrê nû tune
ye, û Hewler bi dosyaya xwe ve mijûl e, tiştê
ku dosyayên Îraq, Sûriye û Kurdan bi hev ve girêdide Silêmanî ye, ev serdan û
hevdîtinên 24ê Sibata 2026an nîşan didin ku Washington vê rastiyê bi tevahî fêm
dike.
Rojnamevan Erselan Mehmûd got ku Bafil Celal Talebanî,
serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), di salîên borî de selimandiye ku
ew ne tenê serokê partiyekê ye,
berevajî vê, ew kesayetekî biryardar û
girîng e, hem li Bexdayê û hem jî li Rojava xwedî helwest û têgihîştineke
taybet e, û dikare bi Washingtonê re bi zimanê berjewendiyên hevpar biaxive,
tiştê ku li Debaşanê rû da encama vê
têgihîştin, helwest û tevgera berfireh e, ne rêkeft em YNKê ne tenê piştgir û
navbeynkar e, lê di heman demê de moralê serokatiya lojîstîkî û dîplomasiya
rastîn a Kurd e jî.
Kurd li Rojhilata
Navîn beşek girîng yê aramî û aştiya herêmê ne û di şerê li dijî terorîzmê de
bandorek baş li ser civaka navneteweyî dikin, bi taybetî, gefên El Qaîde û paşê
DAIŞê, di vê navberê de, gelê Kurdistanê û hêzên siyasî gelek qurbanî dane,
dema wê ye ku em ji bo parastina
destkeftiyên xwe bibin yek û xwe ji bo her bûyereke nexwestî amade bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

