Financial Times: Zêdeyî 20 hezar kes ji Kampa Holê reviyane
Cîhan 02:57 PM - 2026-02-20
AP
Kampa El-Hol
Rojnameya Financial Times di raportek xwe ragihand ku piştî ku herêm ket
bin kontrola Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, zêdetirî 20 hezar girtî ji kampa El-Hol
ya ji bo alîgirên DAIŞê û malbatên wan li bakur-rojhilatê Sûriyê reviyane.
Financial Times wiha got:Di meha borî de, ji ber ku hêzên Kurdî yên ku deverên
derdorê kontrol dikirin ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyê ve hatin
derxistin, hema hema hemî 24 hezar girtiyên kampê bê şop winda bûn.
Rojnameyê destnîşan kir ku bi hezaran girtiyên ku di kampê de girtî bûn karîn
ji qulên di têlan de birevin û berê xwe dane seranserê welêt, û hin ji wan
karîn bi ne yasayî derbasî Îraq û Turkiyê bibin.
Raporê zêde kir ku "tenê nêzîkî 2,000 welatiyên Îraqî û Sûrî di kampê de
mane,Financial Times piştrast kir ku ne diyar e kê alîkariya girtiyan kiriye ku
birevin.
Di vê çarçoveyê de, berdevka UNHCR li Sûriyê, Celine Schmitt, piştrast kir ku
UNHCR di hefteyên dawî de kêmbûnek girîng di nifûsa kampa El-Hol de dîtiye.
Hikûmeta Demkî ya Sûriyê niha kampê vala dike û malbatên çekdarên DAIŞê
vediguhezîne kampeke din ya nêzîkî gundê Exterîn li parêzgeha Helebê ku heta
niha nêzîkî 400 kes ji wir derketine.
Kamp nêzîkî 24 hezar kesan li xwe digire, di nav wan de nêzîkî 15 hezar Sûrî û
zêdetirî 6 hezar û 300 jin û zarokên biyanî ji 42 neteweyan hebûn, ji ber ku
piraniya welatên wan hîna jî red dikin ku wan vegerînin welatên xwe.
Êrîşên komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên
Helebê û deverên din yên li bakur-rojhilatê Sûriyê bûn sedema revîna bi sedan
endamên DAIŞê ji zîndanên di bin parastina Hêzên Sûriye Demokratîk de, bi
taybetî li Reqa, Şedadê û Holê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

