Wezîrê Parastinê yê Îtalya: Kurd Hêla Sor in

Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-15
Guido Crozeto, Wezîrê Parastinê yê Îtalya Şerq El Ewset

Guido Crozeto, Wezîrê Parastinê yê Îtalya

Wezîrê Parastinê yê Îtalya dibêje:Êrîşkirina bo ser Kurdan Hêla Sor e ji ber ku hilweşandina ewlehiya Kurdan tê wateya vejandina terorîstên DAIŞê û hilweşandina asayîşa Ewropa ye.

Wezîrê Parastinê yê Îtalya Guido Crosetto di Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de ragihand ku pêwîste çi hêz hewl nede êrîşî Kurdan bike û ev yek Hêla Sor e.

Her weha got: DAIŞ hîna jî gefek e mezin e û her êrîşek bo ser Kurdan û hewldanek ji bo qelskirina pêgeha wan tê wateya rêdana terorîstên DAIŞê ku xwe ji nû ve rêxistin bikin, ku ev gefek rastexwe ye ji bo welatên Ewropî.

Ev gotinên Wezîrê Berevaniyê yê Îtalya di roja sêyemîn konferansa ewlehiyê de li Munchenê tên.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket