Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî digel Wezîrê Derve yê Almanya civiyan
Kurdistan 04:17 PM - 2026-02-15
ANHA
Civîna Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî digel Wezîrê Derve yê Almanya
Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî digel Wezîrê Derve yê Almanya li
Munchenê civiyan û bi hevre tekez li ser
girîngiya çareseriyeke siyasî ji bo qeyrana Sûriyê, parastina yekparçeyiya axa
Sûriyê û misogerkirina mafên hemû pêkhateyan di çarçoveyeke demokratîk de ku
ewlehî û aramiyê pêk tîne, û taybetmendiya gelê Kurd li herêmên wan hat kirin.
Hevseroka Beşa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham
Ehmed û fermandarê giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk Mezlûm Ebdî di çarçoveya
Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de digel Wezîrê Derve yê Almanya Johannes
Wadephul civiyan.
Di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê, Hevseroka Beşa
Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên
Sûriye Demokratîk Mezlûm Ebdî digel Wezîrê Derve yê Almanya Johann Wadephul civiyan.
Ev civîn di çarçoveya rêzecivîn û hevdîtinên dijwar yên ku
şandeya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriye Demokratîk di çend rojên borî de li
Munchenê lidar xistin, tê, ku li wir bi hejmarek berpirsên navneteweyî û
nûnerên welatên beşdar di konferansê de civîn hatine lidarxistin.
Di van civînan de, ji bilî gotûbêjkirina mijarên derbarê
têkoşîna li dijî terorê û xurtkirina aramiya herêmî, li ser pêşketinên dawî yên
rewşa Sûriyê, pêşeroja pêvajoya siyasî û girîngiya parastina destkeftiyên li
herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin, gotûbêj hatin kirin.
Di civînan de bi hevre girîngiya çareseriyeke siyasî ji bo qeyrana
Sûriyê, parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê û misogerkirina mafên hemû
pêkhateyan di çarçoveyeke demokratîk de ku ewlehî û aramiyê pêk tîne, hat
destnîşankirin, di heman demê de taybetmendiya gelê Kurd li herêmên wan hat
tekez kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

