Parlamena Portekîzê biryarek li ser Rojavayê Kurdistanê pesend kir

Kurdistan 10:37 AM - 2026-02-14
Parlamena Portekîzê Reuters

Parlamena Portekîzê

Parlamena Portekîzê ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê biryarnameyek dîrokî pesend kir, û banga agirbestek bi bandor û çalakkirina mekanîzmayên dîplomatîk û mirovî ji bo parastina gelê Kurd kir.

Parlamena Portekîzê bi yekdengî biryarek li ser parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê pesend kir û bang li hikûmetê kir ku gavên ji bo parastina gelê Kurd û parastina mafên wan yên mirovan bavêje.

Ev biryarnameya çar xalî bang li hikûmeta Portekîzê dike ku bi hemahengiya Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî rewşa mirovî ya li bakurê Sûriyê û herêmên Kurdî bişopîne, her wiha bang li çalakkirina mekanîzmayên dîplomatîk û mirovî dike ji bo piştgirîkirin û parastina gelê Kurd û hewldanên ji bo agirbestek bi bandor.

Di civînê de hatiye:Kurd rêgirî li êrişan kiriye, lewra pêwîste Ewropa spasiya Kurd bike, ku ew biryarname jî bi pêngavek nû tê hejmartin ji bo zêdekirina piştevaniya diplomasî û mirovî bo gelê Kurd li ser asta Ewropa.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket