Qubad Talebanî û Balyozê Ermenistanê tekezî li ser xurtkirina peywendiyên du alî dikin

Kurdistan 05:10 PM - 2026-02-11
Qubad Talebanî û Balyozê Ermenistanê li Îraqê Robin Sogoyan Ragihandina Cîgirê Serokwezîr

Qubad Talebanî û Balyozê Ermenistanê li Îraqê Robin Sogoyan

Cîgirê serokwezîr pêşwazî li balyozê Ermenistanê Îi Iraqê Robin Sogoyan kir û di civînê de behsa pirsa xurtkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Ermenistanê de kirin.

Qubad Talebanî li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê got: Me digel balyozê Ermenistanê Îi Îraqê Robin Sogoyan behsa pêwîstiya karê hevbeş ji bo xurkirina peywendiyên di navbera her du welatan de, bi taybetî di warên bazirganî û çandî de kir.

Her weha amaje bi wê yekê kir ku, em li hev kirin ku dîroka dirêj ya jiyana hevbeş a di navbera gelên Kurd û Ermenî de dikare di vê qonaxê de bibe deriyek girîng ji bo pêşxistina hevkariyê, bazirganî û peywendiyên çandî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Ermenistanê de.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket