Brian Mast: Êrîşkirina li ser HSDê nayê pesendkirin

Kurdistan 09:34 PM - 2026-02-10
Brian Mast, Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Kongresê, AL-Monitor

Brian Mast, Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Kongresê,

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongresê ya Amerîka ragihand ku, êrîşên li ser Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) nayên pesendkirin,û tekez kir ku,  Amerîka ji tiştên ku li Sûriyê rû didin ne rehet e, ew ber bi paş ve diçe.

Brian Mast, Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Kongreya Amerîka, di civîna komîteyê de li ser rewşa Sûriyê axivî û ragihand ku,me di demên berê de gelek bûyer li dijî gelek kêmneteweyên olî û etnîkî dîtine û li Sûriyê gelek zehmetî hene ku meriv rêveberiyeke baş bi dest bixe.

Her weha got: Ez bi serokê Sûriyê re civiyam û li ser gelek mijar û zehmetiyan, bi taybetî li ser çekdarên biyanî, û her weha êrîşên li ser HSDê ku hevpeymanê me ye nayê pesendkirin ku li dijî HSDê û li dijî zindanên ku çekdarên DAIŞê lê ne, çend gav hatine avêtin, ku ev yek jî cihê nîgeraniyê ye.

Derbarê rewşa Sûriyê de jî Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Kongreya Amerîka ragihand ku; Amerîka ji tiştên ku li Sûriyê rû didin ne rehet e ku ew paşve diçe û tiştê ku li dijî Kurd, Elewî û Durzî hatiye kirin berevajî vê yekê ye.

Mast got: Şereh ji Amerîka çi çekên spî negirtiye,me ji bo ku em ji bo welatê wî başiyê bikin, dorpêçên li ser Sûriyê rakir, lê me jê re gotiye ku mercan cî bi cî bike ku di nav de yekbûna hêzan û parastina kêmneteweyên olî û etnîkî.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket