Parlemana Ewropa:Divê mafên Kurdên Rojava bê parastin
Kurdistan 08:38 PM - 2026-02-10
AJANS
Civînek ya Parlemana Ewropa
Di civîneke çapemeniyê de li Strasbourgê, serokên fraksyonên siyasî yên
li Parlamena Ewropa li ser pêşketinên li Rojava û Sûriyê gotûbêj kirin, lê bêyî
ku tedbîrên pratîkî ji bo piştgiriya herêmê bigirin.
Daxuyaniyê bal kişandin ser mafên mirovan û serweriya yasayê, û rexne li
helwestên qels yên li hember hikûmeta demkî ya Sûriyê ya ku ji aliyê Turkiye ve
tê piştgirîkirin û ji 6ê Çile ve êrîşî Rojava dike, hatin kirin.
Serokê Hevpeymaniya Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan, Garcia Perez,
tekez li ser pêwîstiya parastina nirxên gerdûnî kir, lê rasterast êrîş an
piştgiriya darayî ya ku ji hikûmeta Ehmed El-Şareh re hatiye veqetandin rexne
nekir.
Nicola Procassini, Hevserokê Partiya Parêzgaran û Çaksazî yê Ewropî,
hilweşîna rejîma Beisê wekî tiştek erênî nirxand, û hêviya xwe ji bo
rêveberiyek nû ya baştir ji bo pêkhateyên Sûriyê anî ziman.
Valérie Heyer, seroka partiya lîberal ya Renew Europe, fikarên xwe li
ser pêvajoya veguhêz li Sûriyê anî ziman, ku berpirsiyarî ji hikûmetên neteweyî
re dihêle.
Hevserokê Kesk: , daxwaza parastina gelê Kurdên Rojava dike
Di heman demê de, Thierry Reintke, Hevserokê Keskên Ewropî/Hevpeymaniya
Azadiyê, bêyî ku mekanîzmayek pêkanînê ya zelal destnîşan bike, daxwaza
parastina gelê Kurd, zexta dîplomatîk û fînansekirina rasterast ji bo deverên
Kurdî kir.
Koma Çep: Şandina terorîstên DAIŞ'ê ji bo şerê li dijî Kurdan gefek eli ewlehiya Ewropa jî
Koma Çep (GUE/NGL) rexneyên herî tund kir, hevserok Martin Scherdin
êrîşên hikûmeta demkî yên li ser Rojava û Helebê şermezar kir û plana
piştgiriyê ya 620 milyon Euroyî ya Ewropa wekî "tirsnak" bi nav kir,
û hişyarî da ku şandina terorîstên DAIŞ'ê ji bo şerê li dijî Kurdan gefek cidî
li ser ewlehiya Ewropa çêdike.
Koma Çep daxwaza naskirina xweseriya Kurdên Rojava dike
Her weha Koma Çep her daxwaza naskirina xweseriya Kurdan, danîna peywendiyên
dîplomatîk yên rasterast bi Rojava re û rawestandina piştgiriya darayî ya ji bo
hikûmeta demkî ya Sûriyê kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

