Asayîşên Kobanê û Heleb pirsa rakirina dorpêça li Kobanî gotûbêj kirin

Kurdistan 05:34 PM - 2026-02-08
Alên HSD û Hikûmeta Sûriyê ANHA

Alên HSD û Hikûmeta Sûriyê

Civîna di navbera Hêzên Asayîşa navxweyî yên Kobanê û Rêveberiya Ewlehiyê li Helebê de pirsa cî bi cîkirina Peymana 29ê Kanûna Duyem, û hemahengiya di navbera aliyan de ji bo rakirina dorpêça Kobanê û xurtkirina hevkariya ewlehiyê li bajêr û derdora wê, gotûbêj kirin ji bo baştirkirina rewşa ewlehiyê û hêsankirina tevgera mirovan.

Civîna Hêzên şandeya Asayîşa Navxwe ya bajarê Kobanê bi Rêveberiya Ewlekariyê ya li Helebê re bi dawî bû ku têde, mekanîzma cîbicîkirina bendên Peymana 29ê Kanûna Duyem û xurtkirina hemahemgiya ewlehiyê di navbera aliyan de hatin gotûbêj kirin.

Her weha di tewerek din ya civînê de , çawaniya hemahengiya rakirina dorpêça li ser bajarê Kobanê, û rêxistinkirina karûbarên hevkariyê di navbera hêzên ewlehiyê yên li Kobanê de hat gotûbêjkirin, bo baştirkirina rewşa ewlehiyê û hêsankirina tevgera mirovan bibe.

Şandeya Kobanê ji Hevseroka Asayîşa Navxwe yê Kobanî Arîn Kobanî û hejmarek endamên hêzên asayîşê wê bajarî pêk dihat ku ji aliyê Eqîd Mihemed Ebdulxenî û endamên ewlehiya navxweyî li parêzgeha Helebê ve li baregeha ewlehiya navxweyî ya bajêr hat pêşwazî kirin.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket