HSDê pêşniyarek pêşkêşî Wezareta Parastina Sûriyê dike
Kurdistan 09:17 PM - 2026-02-07
PUKMEDIA
Ala HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyê
Serkirdayetiya
HSDê pêşniyarek nîv-temam pêşkêşî Wezareta Parastinê ya Sûriyê kir, ku tê de
çend xal hene ji bo temamkirina pêvajoya yekbûnê, di nav de:
Yekem:Radestkirina çar navendên asayîşa navxweyî li Hesekê û du navendan
li Qamîşlo, da ku danûstandinên welatiyan werin pêvajokirin.
Duyem: ji nû
ve vekirina balafirgeha Qamîşlo di bin parastina hêzên asayîş de û birêvebirina
wê ji aliyê karmendên sivîl yên Rêveberiya Firokevaniya Sûriyê ve.
Sêyem:Şandina fermanberan ji bo çavdêriya deriyê Sêmalka, digel derî di
bin parastina hêzên asayîşa de bimîne.
Çarem:Vekirina
bîrên petrolê yên Rêmlanê ji aliyê karmendên Wezareta Petrolê ya Sûriyê ve, bi mercê
ku ew di bin kontrola asayîşê de bimînin, û her wiha beşek ji hilberînê ji bo
pêşxistina Hesekê, ku ji aliyê HSDê ve tê birêvebirin, were veqetandin.
Pêncemîn:
Vekişîna hêzên HSDê bo Amûdê, Dêrîkê (Malikiyê), Dirbêsyayê û Kobanê û danîna
çar lîwayan li şûna wan, ku ji aliyê îdarî ve girêdayî Wezareta Parastinê bin û
mûçeyên xwe ji Wezaretê werbigirin.
Şeşem, hêzên
asayîşê dê li hemû deverên ku HSDê niha lê ye, di nav de Heseke û Qamîşlo,
bimînin û rêveberiya ewlehiyê ya wan deveran bigirin ser xwe.
Heftem:
Pêşkêşkirina lîsta navên endamên asayîşê ji bo ku mûçeyên wan ji Wezareta
Navxweyî ya Sûriyê re werin dayîn.
Heştem:Bilindkirina alên Sûriyê li seranserî parêzgehê.
Nehem: Pêvajoyek berfireh ya danûstandina girtiyan pêk bînin.
Dehem:
Pabendbûna endamên asayîşa navxweyî ji bo mayîna di nav Çar Goşeya ewlekariyê
yên Hesekê û Qamîşlo de, bi mercê ku hêzên asayîşê hemû pêdiviyên wan dabîn
bikin.
Yanzdeh:
Endamên asayîşa Navxweyî li herdu bajarên Hesekê û Qamîşlo çi desthilata
ewlehiyê nabe.
Duwanzem: Avakirina xalên kontrolê yên hevbeş di navbera
hêzên asayîşa navxweyî û hêzên ewlehiyê de li tevahiya gundên bajarê Kobanî, di
heman demê de lîwaya ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li nav bajêr werin
bicihkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

