Parêzgarê Hesekê: Emê xizmeta hemû pêkhateyan bikin
Kurdistan 03:43 PM - 2026-02-07
ANHA
Parêzgarê Hesekê pêşwazî li mêvanan dike
Nureddîn Îsa Ehmed wek parêzgarê Hesekê li Rojavayê
Kurdistanê dest bi kar kit, bi vê yekê bûye yekem parêzgarê Kurd ku vê postê
digire ku nûnerayetiya rastî ya daxwazên Kurdan û hemû civakên din dike.
Piştî rêkeftineke di navbera Hêzên Sûriye
Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de, Nûredîn Îsa Ehmed li ser pêşniyara Hêzên
Sûriye Demokratîk wek parêzgarê Hesekê hat destnîşankirin û Piştî gihîştina
bajêr, ragihand ku ev destkeftî bi saya keda
şehîdan, welatparêzan û gelê me yê li welêt û li derveyî welêt, ku bi salan e
ji bo vê rojê têdikoşin, pêk hat.
Amaje bi wê yekê kir ku, ev cara
yekem e ku parêzgarê Hesekê Kurd e, lê emê li ser yekîtî û hevgirtina pêkhateyan
kar bikin û saziyên xwe ji bo xizmeta gel xurt bikin.
Nûredîn Îsa Ehmed, roja 4ê Sibata 2026an, wekî
namzetê parêzgar gihîşte Hesekê û ji aliyê niştecihên bajêr ve bi germî hate
pêşwazîkirin.
Diyarîkirina Nûredîn Îsa beşek ji rêkeftina di
navbera HSDê û hikûmeta Sûriyê de ye ku di 30ê Çileya 2026an de hatiye kirin,
ku têde destnîşankirina parêzgarekî ji bo Hesekê li ser pêşniyara HSDê dest bi
kar dike.
Hêzên asayîşa navxweyî wê li bajêr bimînin û hêzên
hikûmeta Sûriyê wê nekevin nav bajar û gundên Kurdan.
Nûredîn Îsa Ehmed di sala 1969ˊan de li Qamişloyê
ji dayik bûye, dîplomata endazyariya mekanîk û elektrîkê ji Zanîngeha Şamê
wergirtiye.
-Parêzgar Nûredîn Îsa kiye?
-Ji sala 1993ˊan heta 2012ˊan wekî endazyar di Têl û Bê têlê ya Hesekê û
Qamişlo de kar kiriye.
-Piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê ji ber beşdarbûna
wî di xwepêşandanên li dijî rejîma Beisê de û ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên
rejîmê ve dihat xwestin, ji karê xwe hate bidûrxistin.
-Ji wê demê ve, Nûredîn Ehmed di warê leşkerî û parastina herêmê de beşdar
bûye, di pileya leşkerî de bilind bûye, di Cotmeha 2015ˊan dema damezrandina
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, berpirsiyariya peywendiyên giştî girtiye û
endamê Fermandariya Giştî ya QSDˊê jî bûye.
Ev rêkeftina di navbera HSDê û hikûmeta Sûriyê de
piştî berxwedana şervanan li eniyên Hesekê, Qamîşlo û Kobanî pêk hat, ku rê li
ber derbasbûna çekdarên hikûmeta Sûriyê bo rojava girt ku Mezlûm Ebdî rêkeftina
18-02-2026an red kiriye û
Ragihand ku
emê gelê xwe biparêzin û ev yek destpêka peymanek berfirehtir nîşan da ku bê hempabûna
herêmên Kurdî û ragirtina hêzên Sûrî yên demokratîk diparêze, li gorî
rêkeftinê, hêzên asayîşa navxweyî dê li deverên Kurdî aramiyê biparêzin û hêzên
ewlehiyê yên Sûriyê dê bi awayekî demkî li Çar Goşey ewlehiyê, bêyî çi erkê,
werin bicihkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

