Civîna Civata Aştiyê ya Xezeyê roja 19 Şibatê tê sazkirin

Cîhan 10:24 AM - 2026-02-07
Civînek ya Civata Aştiyê ya Xezeyê Arşîv

Civînek ya Civata Aştiyê ya Xezeyê

Malpera Axios ya Amerîkî ragihand ku civîna Civata Aştiyê ya Xezeyê roja 19ê Sibatê li bajarê Washingtonê dê bê sazkirin daku li ser hewldanên ji nû ve avakirina Xezeyê gotûbêjan bikin.

Malpera Amerîkî Axios îro di daxuyaniyekê ragihand ku Koşka Spî plan dike ku Civata Aştiyê ya Xezeyê vexwîne civînekê, û destnîşan kir ku ewê roja 19ê Sibatê dê bê sazkirin, û rêveberiya Serok Donald Trump dest bi vexwendina welatan kiriye ku beşdarî civîna Civatê bibin.

Malperê aşkere kiriye ku di civîna bê ya Civata Aştiyê ya Xezeyê de dê li ser ji nû ve avakirina Xezeyê gotûbêj dê bê kirin û destnîşan kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu razî bûye ku tevlî Civata Aştiyê ya Xezeyê bibe.

Civata Aştiyê dezgeheke navneteweyî ye ku wekî beşek ji plana berfireh ya Serok Trump ji bo bidawîkirina şerê li Kerta Xezeyê hatiye damezrandin ku armanca wê ewe ku qonaxa veguhêz û ji nû ve avakirina li Kerta Xezeyê çavdêrî bike.

Serok Trump bi xwe bi awayekî herdemî serokatiya civatê dike,û kesayetiyên navdar yên Amerîkî û nûnerên welatên herêmî û navneteweyî di nav xwe de digirin.

PUKMEDIA




zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket