YE: Pêwîste mafên Kurdan li Sûriyê bên parastin

Kurdistan 03:46 PM - 2026-02-04
Kaja Kallas Berpirsiyara Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa (YE) Ajans

Kaja Kallas Berpirsiyara Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa (YE)

Kaja Kallas Berpirsiyara Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa (YE) dibêje ku parastina mafên Kurdan li Sûriyeyê gelekî girîng e û got: û biryar hatiye dayîn ku Parlamena Ewropa derbarê rewşa Kurdên li Sûriyê û êrîşên li ser welatiyên sivîl yên li bakurê Sûriyê li bajarê Strasbourgê civînek e taybet saz bike û têde pirsa agirbestê gotûbêj bike.

Kallas aşkere kir ku wan di hevdîtinên xwe yên bi welatên herêmî re girîngiya parastina mafên Kurdan tekez kirine û bang li hemû aliyan kirine ku di dema şer de çalakiyên leşkerî rawestînin.

Kallasê behsa hewldanên Yekîtiya Ewropa (YE) kir ji bo mayîndekirina rêkeftina di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) û Hikpmeta Demkî ya Sûriyê de û çareseriyek siyasî ji bo şerê Sûriyê bê dîtin , her weha  navbirî tekezî li ser yekparçeyiya axa Sûriyê kir.

PUKMEDIA



zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket