Şanda Fransî: Emê dengê Kurdên Rojava bigihînin û mafên wan biparêzin

Kurdistan 11:12 AM - 2026-02-03
Dîmenek ji civîna şanda Fransî digel berpirsên Rojavayê Kurdistanê Ajans

Dîmenek ji civîna şanda Fransî digel berpirsên Rojavayê Kurdistanê

Şandeke Fransî serdana baregeha Saziya Peywendiyên Derve li bajarê Qamîşlo kir ku di nav şandê de endama Parlamena Fransa, Cîgira Serokê Bloka Partiya Sosyalîst a Fransayê û berpirsê peywendiyên parastinê li Parlamenê, Anna Pec û berpirsê têkiliyên derve li Senatoya Fransayê, Dylan Bouteflika hebûn.

Şande ji aliyê Îlham Ehmed, Hevseroka Beşa Peywendiyên Derve û Gulistan Elî, Hevseroka Beşa Peywendiyên Derve, û her wiha Dr. Ebdulkerîm Omer, Nûnerê Rêveberiya Xweser li Dîmeşqê ve hate pêşwazîkirin û Anna Pek îro kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina bi Îlham Ehmed, Hevseroka Saziya Peywendiyên Derve, nîşan da.

Der barê armanca serdana wan ya ji bo Rojava de got: Em hatin vir daku em bibînin ka li Rojava çi rû dide, dengê gelê Kurd li Rojava bigihînin û mafên wan biparêzin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket