NY û YE û Misir pêşwazî li rêkeftina navbera HSD û Hikûmetê dikin
Kurdistan 12:00 PM - 2026-01-31
Ajans
Alên HSD û Sûriyê
Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa pêşwazî li rêkeftina navbera Hêzên Sûriye Demokratîk û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê dikin û daxwaza misogerkirina mafên Kurdan dikin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî pêşwazî li rêkeftina dawî ya di
navbera Hêzên Sûriye Demokratîk û Hikûmeta Demkî de kir,û daxwaza pêkanîna wê
ya bilez û misogerkirina parastina sivîlan û vegera ewle ya Kurdên koçber bo
malên xwe kir.
Antonio Guterres:Daxwaza misogerkirina mafên welatiyên Kurd dikim
Antonio Guterres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî pêşwazî li
rêkeftina di navbera hikûmeta demkî û Hêzên Sûriye Demokratîk de kir û banga
pêkanîna wê ya lezgîn kir, nemaze di warê entegrebûna aştiyane ya
bakur-rojhilatê Sûriyê, misogerkirina mafên welatiyên Kurd, vegera ewledar û
dilxwaz a kesên koçber, û xebata ji bo ji nû ve avakirina welêt.
Di daxuyaniyekê de ku ji ofîsa wî ve hatiye weşandin, Guterres tekezî li
ser girîngiya bi temamî bicihanîna pabendbûnan û pêşîniya aramiyê li Sûriye û
herêmê, misogerkirina parastina sivîlan û dabînkirina jiyaneke ewle û bi rûmet
ji wan re kir.
Ji aliyê xwe ve, Komîsyona Navneteweyî ya Lêpirsînê ya Serbixwe ya li
ser Sûriyê pêşwazî li rêkeftina agirbestê kir û daxwaza berdewamiya hewldanên
ji bo parastina sivîlan kir, di nav de vegerandina niştecihên koçber û
gihandina alîkariyên mirovî bo bakur-rojhilatê Sûriyeyê û tekez kir ku di her
operasyonên pêşerojê de pêdivî bi pabendbûna bi yasaya mirovî ya navneteweyî û
parastina binesaziya sivîl heye.
Yekitiya Ewropayê piştgirî da lihevkirina di
navbera QSD û hikumeta demkî de
Yekitiya Ewropayê (YE) piştgirî da lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya
Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de û banga pêkanîna wê,
rawestandina tundiyê, dabînkirina alîkariyan, parastina sivîlan û ewlekirina
kampan û rêgirtina li ber vegera DAIŞ’ê kir.
Yekîtiya Ewropa pêşwazî li rêkeftina di navbera QSD û hikumeta demkî dike
Anouar El Anouni Berdevkê Dezgeha Dîplomasiyê ya Yekitiya Ewropa li ser rêkeftina
di navbera QSD û hikumeta demkî de got:Fraksyonên Ewropî rêkeftina li ser
rawestandina tevahî kiryarên dijminatiyê wekî gaveke esasî ji bo gihandina
alîkariyên mirovî, parastina sivîlan û amadekirina mercên guncaw yên vegera
koçberan li herêmên xwe dibîne.
Her weha El Anouni banga mîsogerkirina ewlehiya kampan û navendên
ragirtina çeteyên DAIŞ’ê kir, her wiha ji bo pêşîgirtina li vegera DAIŞ û
şaneyên wê yên veşartî banga xebateke cidî kir.
Serokkomarê Katalonya yê berê: Divê mafê Kurdan siyasî bên naskirin
Serokkomarê Katalonyayê yê berê Pere Aragonés Garcia, diyar kir ku divê
li Sûriyê çareseriyek siyasî bê dîtin û şer bi rêyek demokratîk ve bi dawî
bibe, ji mafê Kurdan re rêz were girtin.
Serokkomarê Katalonya yê berê: Xweser di asta herî bilind de rêz nîşanî mafê mirovan daye
tenê bi kontrola parçeyekî axê ve sînordar nîn e, ev
têkoşîna azadiyê û ya avakirina civakekî li gorî wekheviya jin û mêr ya li
Rojhilata Navîn e, ji ber vê yekê tiştê li Rojava rû didin dê ne tenê gelê Kurd
an herêm lê hemû cîhanê bandor bikin, ji ber vê yekê divê çareseriyek siyasî bê
dîtin û şer bi rêyek demokratîk ve bi dawî bibe,rRêzgirtina li mafên gelê Kurd
û hemû gelên Rojhilata Navîn girîng e.
Misirê piştgirî da Peymana Agirbestê li Sûriyê
Misirê
piştgiriya xwe ji bo lihevkirina di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk û hikumeta
demkî ya Sûriyê de ragihand û hêvî kir ku lihevkirin bibe pêngaveke girîng ya
destpêkirina proseya siyasî ya giştî ku tevahî pêkhateyên Sûriyê di nava xwe de
bigire û yekitî û ewlehiya welat xurt bike.
PUKMEDIYA
hewal ziyatr
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zêdetir tamaşe bike
Piştî kuştina "El Mencho", li Meksîkayê kiryarên tundûtûjî û êrîşên tolhildanê dest pê kirin
01:06 PM - 2026-02-23
Kampa Holê hat valakirin û daxistin
11:35 AM - 2026-02-23
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:32 AM - 2026-02-23
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
09:32 PM - 2026-02-22
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil li Bexdayê hewlên xwe ji bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetê zêde dike
Kurdistan 04:17 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23



.jpg)


Aplîkêşin

