Mazlûm Ebdî: Bo rêgirîkirin li qirkirina Kurdan me rêkeftin kir
Kurdistan 09:48 AM - 2026-01-31
ANHA
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ragihand
ku armanca peymana bi hikumeta demkî re agirbest û pêşiya planên qirkirina gelê
Kurd were girtin û Ebdî got:Hêzên hikumeta demkî nakevin bajar û gundên Kurdan,
birêvebirina wan wê ji hêla xelk û hêzên wan yên xwecihî be û tekez kir ku wê
di 2ˊyê Sibatê de peyman bikeve meriyetê.
Fermandarê Giştî yê Hêzên
Sûriye Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî
di bernameyeke taybet li ser kanala Ronahî TV de de ragihand ku hevdîtin di
27ˊê Çileyê de bi serokê hikumeta demkî Ehmed El Şereh re çêbû, dûre vê sibehê
peywendiyeke telefonê çêbû, peymanek bi armanca rawestandina şer hat
ragihandin. Ev rêkeftin bi armanca pêşî li plana qirkirinê ya mezin a li dijî
gelê Kurd bigire pêk hat,li hember vê planê tu tevgereke hêzên navneteweyî û
civaka navneteweyî tune bû.
Ebdî ddiyar kir ku li gorî rêkeftinê
hêzên hikumeta demkî nakevin bajar û gundên Kurdan,erka parastina van herêman
wê ji hêla Hêzên Asayîşa Navxwe ve be, wiha got:Me li hev kir ku hêzeke
sînordar û diyar ji Ewlehiya Giştî derbasî çargoşeya ewlehiyê ya Qamişlo û
Hesekê bibin, tenê erkên wan îdarî bin, da ku proseya entegrasyonê bi Hêzên
Ewlekariya Hundirîn re bişopînin.
Ebdî: Rêkeftin ji hemû aliyan ve taybetmendiya herêmên Kurdî xurt kir
Ebdî aşkere kir ku rêkeftinê
ji tevahî aliyên îdarî, leşkerî, ewlehî û siyasî ve taybetmendiya herêmên
Kurdan xurt kir û hêzên leşkerî derbasî tu gund û bajarekî Kurdan nabin,birêvebirina
van herêman dê ji hêla xelk û karmendên an ên Cizîrê û Kobanê be. Wê hêzên HSDê
jî xwe li gorî tûgayan li van her du herêman xwe bi rêxistin bike.
Ebdî:Dorpêça li ser kobanê tê rakirin
Ebdî da zanîn ku wê dorpêça li
ser Kobanê rabe, di 2ˊyê Sibatê de rêkeftin dikeve meriyetê, hêzên HSDê û yên
hikumeta demkî ji eniyên şer yên Cizîr û Kobanê vedikişin, ev lihevkirin piştre
herêmên Efrîn, Serêkaniyê jî digirin nava xwe, ji ber ku herêmên Kurdî ne.
Ebdî: tevahî karmendên saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser dê erkên xwe bidomînin
Girêdayî vê mijarê, Ebdî
ragihand ku tevahî karmendên saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser wê entegreyî
saziyên girêdayî hikumeta demkî bin û erkên xwe dewam bikin û derbarê
garantiyên navneteweyî jî, serokê Amerîka bi serokê Sûriyê re axivî û piştgirî
da rêkeftinê û serokê Fransa jî got:Ewê garantorê siyasî ya rêkeftinê be.
Ebdî:Ji bo yekîtiya Kurdan ez xebatên xwe bidomînin
Li ser cih û berpirsiyariya wî
piştî rêkeftinê, Mazlûm Ebdî got: Ezê di nava gelê xwe de li ser pêşxistina
yekitiya Kurdî bixebitin, min tevahî pêşniyarên girêdayî siberoja xwe red
kirin,min mayîna di nav gel de û karkirina li ser yekrêziya Kurdî tercîh kir û
got:Em dizanin ku piranî gelê me ji vê peymanê nerazî ye, lê di vê qonaxê de ev
bijardeya guncaw û heyî bû, lewra em ji gelê xwe re dibêjin ku bila rihet û
bawer bin.
Ebdî:Dîlên her du aliyan dê bên alûgurkirin
Der barê vê mijarê de Ebdî
daxuyand ku bi hikumetê re li ser vegerandina tevahî dîlgirtiyan li nava
malbatên wan li hev kiriye, ji ber ku ev gaveke mirovî ya bingehîn di peymanê
de ye û ji bo bidawîkirina zehmetiyên malbatan û xurtkirian baweriyê di nava
aliyan de ye.
Ebdî: Helwesta gel guherînek di raya giştî de çêkir û bû sedem lihevkirin çê bibe
Ebdî serbilindî û kêfxweşiya
xwe bi gelê Kurd û Kurdistanê ya serî hildaye û li kêlek hêzên xwe sekîniye anî
ziman û got vê helwesta gel guherînek di raya giştî de çêkir û ji sedema ku
hiştiye ev lihevkirin pêk were, ye. Ebdî silavên xwe ji gelê Kurdistanê, hêz û
partiyên siyasî yên Kurdî re şandin.
Ebdî:Em spasiya serokên Kurdan dikin û berxwedana gel jî li çar parçeyên Kurdistnê silav dikin
Fermandarê Giştî yê HSDê
Mazlûm Ebdî di dawiyê de berxwedana gelê herêmê silav kir û got: ewê heta
pêkanîna tevahî mafên rewa têkoşînê dewam bikin û bang li koçberan kir ku
vegerin malên xwe, bi taybet xelkê bajarê Hesekê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zêdetir tamaşe bike
Piştî kuştina "El Mencho", li Meksîkayê kiryarên tundûtûjî û êrîşên tolhildanê dest pê kirin
01:06 PM - 2026-02-23
Kampa Holê hat valakirin û daxistin
11:35 AM - 2026-02-23
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:32 AM - 2026-02-23
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
09:32 PM - 2026-02-22
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil li Bexdayê hewlên xwe ji bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetê zêde dike
Kurdistan 04:17 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23



.jpg)


Aplîkêşin

