Çar hêzên mezin daxwaza ragirtina êrîşên ser Rojava kirin
Kurdistan 05:24 PM - 2026-01-27
Heyva Sor ya Kurdistanê
Koçberbûna Kurdên Rojava
Wezaretên Karên Derve yên Fransa, Brîtanya û Almanya û Nûnerê Taybet ê Amerîka
yê li Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş weşandin û daxwaza vekirina deriyên mirovî ji
bo Rojava û ragihandina agirbestek mayînde bê ragihandin.
Daxuyaniya hevbeş ya wezaretên derve yên Fransa, Brîtanya, Almanya û
nûnerê taybet yê Amerîka:
Em piştgiriyê didin dirêjkirina agirbesta di navbera hêzên çekdar yên
hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de ji bo 15 rojên din, ku di 24-01-2026
an de hatibû ragihandin û mm daxwaz li hemû aliyan dikin ku bi tevahî pabendî
agirbestê bibin, û em daxwaz li hemû aliyên derve dikin ku ji bo aştî û
kêmkirina tundûtûjiyê tevlî me bibin.
Em piştgiriyê didin pabendbûna parastina sivîlan û jêrxana sivîl û
vekirina deriyên mirovî ji bo misogerkirina belavkirina ewle û bê asteng ya
alîkariyên mirovî pêşwazî dikin û tekezî li ser ji nû ve destpêkirina
xizmetguzariyên bingehîn li Kobaniyê dikin, her wiha em piştgiriyê didin rola
girîng ya ku Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriye Demokratîk
di şerê li dijî DAIŞê de dilîzin.
Her wiha em daxwaz li hemû aliyan dikin ku bi lez û bez li ser
agirbesteke mayînde li hev bikin û ji bo destpêkirina danûstandinan di zûtirîn
dem de bi armanca yekîtîyeke aştiyane ji bo mayîndebûna Rojavayê Kurdistanê karbikin,di
çarçoveya dewleteke yekgirtî li Sûriyê de ku bi bandor rêz li mafên hemû
welatiyên xwe digire û diparêze, li gorî Peymana 18ê Çileya 2026an, ji ber ku
ev rêya herî bibandor e ji bo anîna aramiyê li Sûriyê.
Di çarçoveya dewleteke yekgirtî li Sûriyê de ku bi bandor rêz li mafên
hemû welatiyên xwe digire û diparêze, li gorî Peymana 18ê Çileya 2026an, ji ber
ku ev riya herî bibandor e ji bo anîna aramiyê li Sûriyê, Her wiha
em tekez dikin ku pêwîstiya bi hewldanên berdewam û kolektîf ji bo şerê li dijî
DAIŞê heye,em bang li hemû aliyan dikin ku ji her kêmasiyeke ewlehiyê di
navendên ragirtinê yên DAIŞê de dûr bisekinin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

