NY:Kar ji bo çareseriya pirsgirêkên Kobanê û Kampa Holê tê kirin
Kurdistan 11:15 AM - 2026-01-24
Malpera UN
Wêneyek ya koçberan
Nivîsgeha
Hemahengiyê ya Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî (OCHA) der barê dorpêça
li ser Kobanê de daxuyaniyek belav kir û têde diyar kir ku tîma NY’yê bi
rayedarên li Helebê re di nava dan û standinan de ye bo dabînkirina riyên
piştgiriya lezgîn ji bow î bajarî.
Çekarên
hikumeta demkî ya Sûriyê, piştî ku gundewarên başûrê Kobanê dorpêç kirin, nêzî
hefteyekê ye dorpêçeke giran daniye ser bajarê Kobanê û tevahî rêyên diçin
bajar birîne.
Nivîsgehê bi
bîr xist ku tevkarên wê yên li Kobanê dixebitin, fikarên xwe yên zêde ji ber
rewşa mirovî anîne ser ziman û got: li Kobanê enerjî, av û kareba qut in, ev
yek xizmetên bingehîn asteng dike û li gorî raportan xurek, derman û pêdiviyên
din kêm in.
Nivîsgeha
Hemahengiyê ya Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî (OCHA) tekez kir ku tîma
Neteweyên Yekbûyî ji bo dîtina rêbazên piştgiriya lezgîn bo Kobanê bi
desthilata li Helebê re di nava dan û standinan de ye.
Ji aliyekî
din ve Neteweyên Yekbûyî ragihand ku roja Înê, bi hevkariya rayedarên hikûmeta
Sûriyê, gihîştiye kampa El-Hol ya li Sûriyê û karîbû bi hin akinciyên kampê re
têkilî dayne û alîkariya mirovî bigihîne wan.
Ev yek di demekê de ye ku li gor nûçeyek Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ji ber sermayê çar zarokan li bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

