Partiyek Siwêdî:Daxwaza ragirtina tundiya li dijî Kurd dike
Kurdistan 10:56 AM - 2026-01-24
Ajans
Berdevkê Siyaseta Derve ya Partiya Sosyal Demokrat ya Swêdê, Morgan Johansson
Berdevkê Siyaseta Derve ya Partiya Sosyal Demokrat ya Swêdê, Morgan
Johansson, daxwaza ragirtina yekser ya tundûtûjiya li dijî gelê Kurd li Sûriyê
kir, û fikarên xwe yên kûr li ser rewşa ewlehiyê ya welêt ku bi lez xirab dibe
anî ziman.
Di daxuyaniyek fermî de, Morgan Johansen êrîşên ku ji hêla hêzên ser bi hikûmeta
Sûriyê de li dijî Kurdan û deverên ku piraniya niştecihên wan Kurd in, şermezar
kir, û daxwaza agirbestek berfireh, vegera hemû aliyan li ser maseya
danûstandinan û ji nû ve destpêkirina diyaloga siyasî li ser pêşeroja Sûriyê
kir.
Tekez jî kir ku Sosyaldemokratan hemû binpêkirinên mafên mirovan bi
tundî şermezar kirin, û daxwaz kirin ku berpirsiyar werin sizadan, lêpirsînên
serbixwe yên li ser tawanên hatine kirin û darizandina kesên têkildar were
kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên Kurdî, bi hevkariya
hevpeymaniya navneteweyî, roleke girîng lîstine û qurbaniyên mezin dane ku bi
awayekî diyarker beşdarî têkbirina rêxistinên terorîst bûn, ji ber ku ev yek
berpirsiyariyeke taybetî dixe ser milê welatên hevpeymaniyê ku tedbîrên cidî û
tavilê bigirin daku êrîşên heyî yên li dijî Kurd rawestînin.
Morgan Johansson got: Partiya wan tekezî li ser pêwîstiya gerentîkirina
mafên giştî û takekesî yên hemû komên etnîkî û olî li Sûriyê kir, û tekez kir
ku her qonaxek veguhêz piştî desthilatdariya Beşar Esed divê hemû alîyan
vehewîne û ti alîyan ji derve nehêle.
Di dawiyê de bang li hikûmeta Swêdê kir ku hemû riyên dîplomatîk ên
berdest bikar bîne daku rê li ber karesateke mirovî ya nû li Sûriyê bigire, û
tekez kir ku her alîkarî an piştgiriya siyasî ya Swêdê ji bo Şamê divê bi mercên
zelal yên têkildarî demokrasiyê, rêzgirtina mafên mirovan û parastina
kêmneteweyan ve girêdayî be.
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

