Civata Asayîşê rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir
Kurdistan 05:51 PM - 2026-01-23
AJANS
Civîna Civata Asayîşa Neteweyên Yekbûyî
Civata Asayîşa Neteweyên Yekbûyî ji bo gotûbêjkirina rewşa mirovî ya metirsîdar
û êrîşên artêşa Sûriyê yên bo ser deverên Rojavayê Kurdistanê civiya.
Di civîna îro ya Neteweyên Yekbûyî derbarê rewşa Sûriyê de,Rêveberê
Bersivdayîna Qeyranan raportek li ser metirsiyên li ser welatiyên sivîlên li
Sûriyê pêşkêşî Civata Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî kir.
Nûnerê Amerîkî got: Hikûmeta Sûriyê amade ye berpirsiyariya zîndan û
kampên DAIŞê bigire ser xwe, û tekezî li ser mafên Kurd û parastina ziman û
çanda wan di destûrê de kir.
Fransa: Daxwaza parastina jin, zarok û welatiyên Kurd dike
Ji aliyekî din ve, Fransa daxwaza parastina jin, zarok û welatiyên Kurd
kir, lê balyozê dewleta Turkiyeyê pîrozbahî li Artêşa Sûriyê kir, di heman demê
de Rûsya piştgiriya xwe ji bo yek artêş û yek welat nîşan da, bi mercê ku dadperwerî
ji bo Kurdan hebe.
Îsraîl: Em koçkirin û kuştina Kurdên Sûriyê şermezar dikin
Balyozê Îsraîlê Danny Danon bi tundî rexne li koçberiya bi darê zorê û
kuştinên li deverên Kurdan girt û got:Divê hikûmet bi kiryarên xwe werin
pîvandin, ne tenê bi gotinên xwe, ji ber ku Kurdan di têkbirina DAIŞê de roleke
sereke lîstin.
Ev civîn piştî derbazbûna zêdetirî du hefteyan bêdengiya navneteweyî li hemberî
êrîşên li ser Rojava tê, ku piraniya
welatan ji bilî Îsraîlê xwe ji şermezarkirina rasterast ya êrîşên Artêşa Sûriyê
dûr girtin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

