Xanim Şanaz: Bila sala nû ji bo gelê me bextewariyê bîne
Kurdistan 02:25 PM - 2026-01-01
PUKMEDIA
Şanaz Îbrahîm Ehmed
Xanima Yekem ya Îraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed bi boneya sersalê peyamek
pîrozbahiyê ji gelê Îraqê re şand û ragihand ku, ez hêvî dikim ku refah û aştî
bê welatê me û her kes di aştiyê de bijî.
Ev naveroka nivîsî ye:
Bi hêvî ez li benda destpêka sala nû me û bi germî pîrozbahiyê li hemû
gelê Îraqê dikim.
Me sala 2025an bi hemû şahî û xemgîniyan derbas kir,emê bêyî şandina
silavan ji qurbaniyên xwe re nekevin sala nû.
Di hemberî sersala nû de, hîna dilê min hîn jî bi qurbaniyên karesata
xwezayî ya li Çemçemalê re ye û ez hêvî dikim ku di sala 2026an de xemgînî û
êşa wan sivik bibe.
Her çende em li Îraqê ber bi pêkanîna hikûmeteke nû ve diçin jî, lê mixabin
li Herêma Kurdistanê me ev sal bêyî hikûmeteke nû û parlamenke nû derbas kir,ez
hêvî dikim ku serdema vê nebûna parleman û hikûmetê li herêmê zû bi dawî bibe û
astengiyên li pêşiya avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji holê rabin.
Hêvî dikim ku di sala nû de pêvajoya çareseriyê li Turkiyê biqede û li
herêmê aştî serdest be.
Ez ji Xwedê lava dikim ku xwişk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê,
yên ku DAIŞ wekî dijminê herî mezin yê mirovahiyê têk birin, di sala nû de bi
serbilindî, aştî û aramiyê re bi hemû gelên wî welatî re bijîn.
Her wiha ez hêvî dikim ku gelê Îranê, bi taybetî xwişk û birayên min yên
li rojhilat, ji hemû zehmetiyên ku kişandine, bi taybetî ji bihayên bilind,
rewşa aborî ya dijwar û zehmetiyên jiyanê, rizgar bibin.
Mixabin,ev yek sale li Xezeyê, Rojavayê Kurdistanê û gelek deverên din
bi hezaran zarok hatine kuştin, ew şehîd bûn, birîndar bûn, an
bêmal man, em nikarin hêvî bikin ku ev sal nû be, bila ew
mizgîniya aştî û serfiraziyê bîne wan û hemû cîhanê û miletên din.
Ji bo sala nû, ez hêvî dikim ku refah û aştî were welatê me û her kes di
aştiyê de bijî.
Careka din hatina sala nû liwe
pîroz be.
Şanaz Îbrahîm Ehmed
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

