Mekteba Siyasî: Divê hikûmetek xizmeta neteweyî ya dadperwer bike bê avakirin
Kurdistan 06:39 PM - 2025-12-23
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
Îro Sêşem rêkefta 23-12-2025 an Mekteba siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê (YNK) li Dabaşanê bi serokatiya Bafil Celal Talebanî civînek li dar
xis û di daxuyaniyekê de,tekez kir: derbarê avakirina Hikûmeta Herêma
Kurdistanê de, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rijde li ser hikûmetek
dadperwer ya xizmeta neteweyî were avakirin; û li ser vê bingehê, YNKê ji bo
diyaloga avaker vekirî ye.
Naveroka daxuyaniya Mekteba Siyasî:
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) careke din tekez dike ku pêwîste
hikûmetek bi bandor, xizmetguzar û girîngiyê bide berjewendiyên gelê me.
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro ji bo gotûbêjkirin
pirsa avakirina hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya
Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Debaşanê civînek li dar xist û bi berfirehî
li ser mijarên avakirina hem hikûmeta federal û hem jî ya Hikûmeta Herêma
Kurdistanê gotûbêj kir.
Di civînê de, derbarê avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, rijdbûna
YNKê li ser avakirina hikûmeteke dadperwer ya xizmeta neteweyî hat nîşandan;û li
ser vê bingehê, YNKê ji bo diyalogeke avaker vekirî ye.
Her weha derbarê avakirina hikûmeta federal jî Mekteba Siyasî ya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) her tekez kir ku ew dixwaze li Bexdayê
hikûmetek xizmeta neteweyî bê ava kirin,ku têde mafên destûrî yên gelê me
parastî be û daxwazên hemû pêkhateyan li welêt nîşan dide, Ev Jî ji
ber nêrîna rast Ya YNKê ye ku dibêje Bexda kûrahiya stratejîk Ya Herêma
Kurdistanê ye, Ji bo vê armancê, YNKê dê diyalog û civînên xwe bi
hemû aliyan re bidomîne.
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
23/12/2025
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

