Serok Bafil bo aliyên Îraqî: Divê gavên pêkanîna hikûmetê bileztir bin
Kurdistan 10:48 AM - 2025-12-23
PUKMEDIA
Civînên Serok Bafil li Bexdayê
Bafil Celal
Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), roja 20ê Kanûna Pêşîn
a 2025an gihîşte Bexdayê û beşdarî merasîma 23.emîn salvegera şehadeta
Ayetullah Seyyid Mihemed Baqir El-Hekîm û Roja Şehîdên Îraqê bû, her wiha wî
çend civînên girîng bi aliyên siyasî yên Îraqê re jî lidar xist.
Serok Bafil: Pabendbûna bi Destûrê re tekane çareserî ye
Di destpêka
civînên Bafil Celal Talebanî, serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), li
Bexdayê digel Fayêq Zêdan, Serokê Civata Bilind ya Dadweriya Îraqê re dest pê
kir û ragiahnd ku,pabendbûna bi destûrê re tekane riya çareserkirina
pirsgirêkan û ber bi aramiya mezintir ya Îraqê ye.
Serok Bafil û Helbûsî: Divê hemû alî hevaheng bin
Di vê
navberê de, Bafel Celal Talabanî, serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
(YNK), û Mihemed Helbûsî, Serokê Partiya Teqadum, li Bexdayê civiyan û tekezî
li ser hevahengiya di navbera hemû aliyan de kirin da ku pêvajoya siyasî
serkeftî bibe û hikûmetek bihêz ava bibe.
Serok Bafil nêrîna YNKê ji bo hikûmeta Îraqê ya bê şîrove kir û got: divê
ew bikaribe pirsgirêkên xwe bi awayekî bingehîn çareser bike û pabend be bi
parastina mafên destûrî yên welatiyên xwe.
Serok Bafil û Musena Samarayî: Divê gavên ji bo pêkanîna hikûmeta Îraqê bileztir bibin
Her di
berdewamiya civînê de, Bafel Celal Talebanî, Serokê Yekîtîya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK), li Bexdayê bi Musene Samarayî, Serokê Hevpeymanîya Ezim re
civiya û tekezî li ser pêwîstiya lezandina gavên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya
Îraqê hat kirin.
Serok Bafil got: Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi nêrînek zelal
hatiye danûstandinan ku armanca wê xizmetkirina welatiyan û çareserkirina
pirsgirêkên girêbestî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de ye.
Serok Bafil û Malikî tekezî li ser pêkanîna hikûmeteke xizmetguzariyê dikin
Di heman
demê de, Bafel Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK),
li Bexdayê bi Nûrî Malikî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa re civiya û her du
aliyan behsa peywendiyên di
navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de digel pêkanîna hikûmeta Îraqê ya bê kirin.
Her du alî hevra bûn li ser berdewamiya gotûbêjan ji bo pêkanîna
hikûmetek e bi hêz û xizmetguzar li Îraqê.
Serok Bafil: Yekîtîya Niştîmanî li ser rêbaza Serok Mam Celal kar dike
Ji aliyê din
ve Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Sekreterê
Giştî yê Tevgera Ehlî Heq Qeys El-Xezelî li Bexdayê civiya û dawîn pêşhatên
siyasî yên Îraqê gotûbêj kirin.
Serok Bafil got: YNKê li ser riya Serok Mam Celal kar dike daku
hikûmetek xizmetguzariyê pêk bîne.
Serok Bafil û Amirî: Divê hikûmeta nû li hember gel berpirsiyar be
Bafil Celal
Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), û Hadî Amirî, Serokê Hevpeymaniya
Fetih, li Bexdayê civiyan û tekez li ser pêkanîna hikûmeteke nû ya Îraqê kirin.
Bafil Celal Talebanî û Hadî Amirî li hev kirin ku divê hikûmeta nû ya Îraqê
bersiva xwestek û daxwazên welatiyan bide û berjewendiyên bilind biparêze.
Serok Bafil û Emar Hekîm: Divê mafên destûrî yên gel parastî bin
Di civîna
xwe ya dawî de, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal
Talebanî li Bexdayê digel Serokê Tevgera Hîkme Seyêd Emar Hekîm civiya û li ser
hewldanên siyasî yên dawî yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê gotûbêj kirin.
Herdu alî li
hev kirin ku divê pêvajoya pêkanîna hikûmetê bileztir bibe û berjewendiyên
welatiyan li ser hemû nakokiyan werin danîn, daku mafên destûrî yên gel parastî
bin.
Ev yek jî di demekê de ye ku, di hemû civînan de Nîzar Amêdî, Endamê Mekteba Siyasî
ya YNKê, û Wezîrê Dadê yê Îraqê Dr. Xalid Şuwanî beşdar bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zêdetir tamaşe bike
Piştî kuştina "El Mencho", li Meksîkayê kiryarên tundûtûjî û êrîşên tolhildanê dest pê kirin
01:06 PM - 2026-02-23
Kampa Holê hat valakirin û daxistin
11:35 AM - 2026-02-23
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:32 AM - 2026-02-23
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
09:32 PM - 2026-02-22
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil li Bexdayê hewlên xwe ji bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetê zêde dike
Kurdistan 04:17 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23



.jpg)


Aplîkêşin

