Serokkomar ji bo pêkanîna hikûmeta nû banga yekîtiyê dike
Kurdistan 11:58 AM - 2025-12-20
Malpera Serokkomariyê
Dîmenek ji merasîmê
Serokkomarê
îraqê Dr. Ebduletîf Cemal Reşîd beşdarî merasîma bîranînê ya salvegera 23-an ya
şehadeta Ayetulah Seyîd Mihemed Baqir El-Hekîm û Roja Şehîdên Îraqê bû, ku merasîm
di bin çavdêriya ofîsa taybet ya Seyîd Emar El-Hekîm li Bexdayê de hate
lidarxistin.
Serokkomarê Îraqê got: Em Roja Şehîdên Îraqê pîroz dikin, ji bo zindîkirina
bîranîna qurbaniyên mezin yên ku kurên gelê me yê hêja ji hêzên ewlehiyê yên me
di hemî şaxên artêş, polîs, Hêzên Heşdî Şe`ibî û Pêşmerge de kirine.
Her weha
got: Em bi serbilindî salvegera êşdar ya şehadeta Ayetulah Seyîd Mihemed Baqir El-Hekîm,
sembola mezin ya olî û neteweyî ya ku li dijî dîktatoriyê têkoşiya, bi bîr
tînin.
Navbirî got:
Berpirsiyariya neteweyî, rewiştî û perwerdeyî ji me dixwaze ku em her demê
qurbaniyên şehîdan, zanyar û kesayetên mezin yên neteweyî bi bîr bînin û
çîrokên qehremaniya wan ji nifşên pêşerojê re veguhezînin.
Serokkomar tekez
kir ku şehîdan ne tenê ji bo roja îro, ji
bo pêşerojek e ku azadî, rûmet û dadperwerane lê serdest be, canê xwe dane.
Serokkomar
destnîşan kir ku Îraq piştî salên tundûtûjî û terorîzmê, û berî wê, serdema
zordariyê, qonaxên dijwar derbas kiriye, û em gihîştine rewşek ewlehî û
aramiyê, û divê her kes ji bo parastina wê kar bike.
Her weha
aşkere kir jî gelê me hilbijartinên parlemanî yên serkeftî bi dawî kirin, ku bi
riya wan pabendbûna xwe bi prensîbên demokrasiyê nîşan da, di heman demê de
qonaxên girîng ji bo pêkanîna desthilatdariyên Yasadanîn û Cî bi cîkirinê li
ber her kesî ne.
Serokkomar di dawiyê de piştrast kir ku xurtkirina proseya demokrasiyê
erek ya nîştimanî ye, ku ew bi riya pabendbûna bi demên destûrî tê bi destxistin,û
em li vir daxwaza yekkirina hewldanana ji bo pêkanîna hikûmetekê ku
nûnerayetiya hemû pêkhateyên Îraqê bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

