Rêkarên hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetê dest pê dikin
Kurdistan 04:19 PM - 2025-12-14
PUKMEDIA
Avahiya Civata Nûneran ya Îraqê
Îro Yekşem rêlefta (14-12-2025) an Dadgeha Bilind a Federal encamên
hilbijartinên Civata Nûneran ya Îraqê pesend kir bi vê rêkarên rûniştina
parleman û pêkanîna hikûmetê dest pê bike, û di serî de divê Civata Nûneran di
nav 15 rojan de civîna xwe ya yekem li dar bixe.
Divê Parlamen di nav 15 rojan de bicive
Piştî pesenkirina encaman, serokkomarê Îraqê dê li gorî madeya 54 ya
destûra Îraqê ji Civata Nûneran daxwaz bike ku divê parlamen di nav 15 rojan de
civîna xwe ya yekem li dar bixe û divê parlamenterê herî temenmezin serokatiya
rûniştinê bike,her weha li gorî madeya 53, civînên parlamenê dê ji raya giştî
re eşkere bin û dê bi riya medyayê werin weşandin.
Di civîna yekem de, serok û du cîgir tên hilbijartin
Her di civînê de li gorî xala 55an, Civata Nûneran bi piraniya mutleq
serok û du cîgir hildibijêre û divê dengdan veşartî be.
Hevdem Li gorî madeya 61ê ya Destûra Bingehîn ya Îraqê, erkên Civata
Nûneran ev in:
*Amadekirina proje yasa.
*Çavdêrîkirina desthilata cîbicîkar.
*Hilbijartina Serokkomar.
*Rêxistina pesendkirina Peymanname û Rêkeftinên Navdewletî.
*Razîbûn li ser danana serok û endamên Dadgeha Pêdaçûnê., serdozger, balyoz û pileyên taybet, û lêpirsîna li serokomar pesend û
bexşînê,serokkomar bi hebûna du ji sêyan ji endamên parlemenê tê hilbijartin
Civata Nûneran ya Îraqê divê di nav 30 rojan de ji roja yekem ya
rûniştina xwe serokkomarekî nû hilbijêre ku civîna hilbijartina serokkomar,divê
du ji sêyan ji parlamenteran amade bin, wate ji 329 parlamenteran divê 220 parlementer
amade bin, her weha li gorî madeya 70 ya destûra bingehîn ya Îraqê, divê Civata
Nûneran bi piraniya du ji sêyan namzedê serokomariyê hilbijêre, eger yek
ji namzedan di tûra yekem de piraniya dengan nestîne, namzedê ku di tûra duyem ya
hilbijartinan de piraniya dengan werbigire dê wekî serokkomar were hilbijartin.
Mezintirîn fraksiyona parlemanî dê hikûmetê pêk tîn.
Di heman demê de, li gorî xala 76an a destûrê, serokkomarê nû dê di nav
15 rojan de mezintirîn fraksiyona parlemanî ji bo pêkanînan kabîneya nû
destnîşan bike, her weha ji bo ku baweriya parlemenê werbigire, divê
serokwezîrê tayînkirî di nav 30 rojan de navên wezîran û bernameyên hikûmetê
pêşkêşî Civata Nûneran bike,ku eger serokwezîrê ku ji bo pêkanîna hikûmetê
hatiye raspartin di nava dema diyarkirî de nikaribe kabîneya xwe ava bike,wê
demê 15 roj dem ji serokkomar re tê dayîn ku kesekî din ji bo avakirina
hikûmetê erkdar bike.
Ev yek jî di demekê de ye ku, Hilbijartinên Civata Nûneran ya Îraqê roja
11ê Mijdarê bi rêve çû,piştre jî Komîsyona
Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan encamên dawî yên Hilbijartinan Gera Şeşemîn
ya Civata Nûneran ya Îraqê ragihand û li gorî encaman, Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê dikarî hejmara dengên xwe di zêde bike û 18 kursiyên di parlemenê de
ji box we misoger bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

