Îraq dê 24 milyar dînar ji cotkarên Herêma Kurdistanê re dişîne

news 12:32 PM - 2025-12-14
Genima Herêmê PUKMEDIA

Genima Herêmê

Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku hikûmeta federal dê pereyek din ji mafên cotkarên herêmê yên sala heyî, bi qîmeta 24 milyar dînar, bişîne.

Wezîrê Bazirganiyê Kemal Muslim di daxuyaniyek rojnamevanî de got: Pere hatiye şandin û wê piştî temamkirina rêkarên bankî û îdarî yekser werin belav kirin.
Proseya wergirtina genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê li sayloyan di 10ê Hezîranê de dest pê kir û heta 20ê Tîrmehê berdewam kir. Hikûmeta Îraqê îsal nêzîkî 6 milyon ton genimê hilberandî wergirt, û para Herêma Kurdistanê li dora 400,000 tonî ye. Sala borî jî herêmê 700,000 ton bi bihayê 850,000 dînar ji bo her tonî wergirt.

Ji tevahî 340 milyar dînarên ku deyndarê cotkarên herêmê ne, Bexdayê heta niha tenê nêzîkî 97 milyar dînar di sê beşan de şandiye, ku du beşên pêşîn ji wan berê hatine belavkirin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket