Qubad Talebanî: Emê xemsariyê paşguh nekin
Kurdistan 03:13 PM - 2025-12-10
PUKMEDIA
Kongreya Rojnamevanê ya Qubad Talebanî li Çemçemalê
Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku pêşîniya me ya sereke parastina jiyana welatiyan û
dermankirina birîndaran e, wî tekez kir: Li ser lehiyên Çemçemalê komîteyek
lêpirsînê hatiye avakirin û em ê xemsariyê paşguh nekin.
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma
Kurdistanê, piştî serdana Çemçemalê û lêkolîna kêmasî û ziyanên ku ji ber
lehiyên duh çêbûne, di kongeyeke rojnamevaniyê bal kişand ser lêkolîn û encamên
bûyerê û ragihand ku, divê em rastgo bin, ev karesateke xwezayî ya ji
nişka ve û neçaverêkirî bû, di 24 demjimêran de 127 mm baran barî, lê divê em
xemsariyê ji nedîtî ve neynin, em niha lêkolînê dikin û ji bo dîtina sedema
bûyerê û pêşîgirtina li bûyerên bi vî rengî, komîteyek din ava kiriye û bê
guman, her kesê ku xemsar bûye dê were sizakirin.
Her weha aşkere kir ku şro roja ku em hemû Çemçemal in e, ez ji her kesî
dixwazim ku alîkariya hev bikin, divê keşek e aram hebe,ji bo ku aliyên peywendîdar karên
xwe bikin û em niha tiliya xwe nîşanî kesî nadin.
Derbarê qerebûkirina ziyanan jî Cîgirê Serokwezîr ragihand ku, niha
alîkarî û pare ji bo ziyandîtiyan ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
(YNK), xêrxwazan û rêxistinên ne hikûmî hatine komkirin, ji bo vê
armancê, emê sindoqek alîkariyê dirust bikin ku kesên ku ziyan dîtine dê bi
dadperwerî qerebû werbigirin.
Derbarê vegerandina xizmetguzariyên bingehîn de, Qubad Talebanî ragihand:
Me ji bo Çemçemalê ava alternatîf û ji bo niştecihan ava paqij peyda kiriye
heta ku ava Dûkan Silêmaniyê dîsa were bikaranîn, lê
pêşîniya me parastina jiyanan, dermankirina birîndaran û vegerandina xizmetên
bingehîn e, paşê dikandar û xwedan kar, paşê em tên cem saziyan.
Derbarê hebûna her kêmasiyekê ku bûye sedema dirustbûna lehiyê, Cîgirê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku, bi riya komîteya lêkolînê em
kêmasiyan jî destnîşan bikin, eger li Çemçemalê kêmasiyek hebe, ewê were
çareserkirin û emê kêmasiya alavan jî ji bo sindoqa alîkariyê peyda bikin.
Her weha got:Ev bûyer ji bo komkirina hemû hêz û şiyanan xebateke hevbeş
hewce dike dema ku hêz û bermayiyên hikûmet, kerta taybet û rêxistinên ne hikûmî
werin seferberkirin, daku her yek bikaribe karê xwe bike, bê guman, hikûmet dê
roleke mezin bilîze.
Cîgirê Serokwezîrê Herêmê di kongreya rojnamevaniyê got ku ewê kesên ku garantî
bikim û kesên ku xemsar in siza bikim, û e ê kesên ku başî kirine jî xelat
bikin.
Qubad Talebanî spasiya hemû hêzên ewlehiyê kir, di nav de Pêşmerge, Komando,
hêzên ewlehiyê û polîs, ku bi mêrxasî alîkariya gelê xwe kirine.
Di dawiyê de
jî, Cîgirê Serokwezîrên Herêma kurdistanê Qubad Talebanî derbarê temamkirina
projeya ava Goptepe de got: Projeya Ava Goptepe, projeyek stratejîk e û dê
fînansmana berdewam hebe daku kar bileztir bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomarê Tirkmanistanê pêşwaziya Serokkomarê Îraqê kir
04:21 PM - 2025-12-11 -
Geştên balafirgehên Silêmanî, Necef, Bexdadê hatin rawestandin
11:55 AM - 2025-12-11 -
Keçek ya Kurd bû zaroka herî zîrek ya Îranê
05:26 PM - 2025-12-10 -
NY:Sala 2025 an sala herî xwînavî ye li Ukraniya
04:49 PM - 2025-12-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 06:30 PM - 2025-12-11 Qubad Talebanî: Li ser bingeha prensîba hevpariya rastîn hikûmetek xizmetguzar ava bikin
Çalakvaneke YNK xelata Şengalê yê Mafên Mirovan wergirt
03:59 PM - 2025-12-11
Parêzgarê Silêmaniyê: Nabê Çemçemal bibe qadeke nû ya şer a siyasî
12:18 PM - 2025-12-11
Borda Ragihandin û Hişyariyê alîkariya Pirtûkxaneya Giştî ya Çemçemal dike
09:09 AM - 2025-12-11
zortrin xwendraw
-
Keçek ya Kurd bû zaroka herî zîrek ya Îranê
Kurdistan 05:26 PM - 2025-12-10 -
NY:Sala 2025 an sala herî xwînavî ye li Ukraniya
Cîhan 04:49 PM - 2025-12-10 -
Qubad Talebanî derbarê bûyera Çemçemalê de du fermanên lezgîn da
Kurdistan 08:38 PM - 2025-12-10 -
Parêzgarê Silêmaniyê: Nabê Çemçemal bibe qadeke nû ya şer a siyasî
Kurdistan 12:18 PM - 2025-12-11 -
Çalakvaneke YNK xelata Şengalê yê Mafên Mirovan wergirt
Kurdistan 03:59 PM - 2025-12-11 -
Geştên balafirgehên Silêmanî, Necef, Bexdadê hatin rawestandin
Kurdistan 11:55 AM - 2025-12-11 -
Borda Ragihandin û Hişyariyê alîkariya Pirtûkxaneya Giştî ya Çemçemal dike
Kurdistan 09:09 AM - 2025-12-11 -
Asayîşa Herêmê û Xaça Sor ji bo xurtkirina pabendbûna bi mafên mirovan re yadeştnameya Têgihîştinê îmze kirin
Kurdistan 10:41 PM - 2025-12-10



.jpg)


Aplîkêşin

