NY:Sala 2025 an sala herî xwînavî ye li Ukraniya
Cîhan 04:49 PM - 2025-12-10
UN
Ziyanên gihîştiye Nexweşxaneya Zarokan ya Okhmatdet li Kyivê
Neteweyên Yekbûyî di raportekê de li ser malpera xwe ya fermî hate
weşandin, sala 2025an wekî yek ji sale n herî xwînî li Ukraniya ji destpêka
dagirkirina Rûsya ve bi nav kir, û bal kişand ser zêdebûna êrîşên asmanî yên
Rûsya û hejmara zêde ya qurbaniyên sivîl.
Komîsyona Mafên Mirovan diyar kir ku mirin û birîndarên belgekirî
zêdetirî 14 hezar mirî, ku 755 ji wan zarok in, û zêdetirî 39 hezar birîndar,
ku 2 hezar û 416 zarok in, li xwe digire, bi egerek e mezin ku hejmarên rastîn gelekî
zêdetir bin.
Civata Asayîşa Neteweyên Yekbûyî roja Sêşemê civînek li dar xist daku
rewşa Ukraniya gotûbêj bike, di demekê de ku hejmara qurbaniyên sivîl zêde dibin
û êrîşên nû yên li ser jêrxana wuzeyê bi nêzîkbûna zivistanê re zêde dibin.
Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Siyasî û çalakiyên
Aştiyê, Kayoko Goto, tekez kir ku êrîşên li ser sivîlan û jêrxanê nayên pesendkirin
û binpêkirina yasaya navneteweyî ne, û berxwedana Ukrayniyan û biryardariya wan
ya ji bo avakirina paşerojek aştiyane û demokratîk pesnê xwe da.
Cîgira Hemahengiya Alîkariya Mirovî Joyce Msuya hişyarî da ku bi
mîlyonan Ukranî di nav mercên xirab de dijîn ji ber kêmbûna alîkarî û
fînansmanê, û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo parastina sivîlan û
gihîştina alîkariyên mirovî rêkarên pêwîst bigire ber.
Wê tekez kir ku berdewamiya şer û nebûna fînansmana pêîwst dikare êşa şêniyan
zêde bike bi nêzîkbûna zivistanê re, û bi deh hezaran kes bê piştgiriya pêwîst
ji bo jiyanê bihêle.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
10:35 AM - 2026-02-01
Rewşa koçberên li Kobanê ne aram e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye
10:18 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01






Aplîkêşin

