Di du rojan de zêdetirî 100 milyon metrekup av hatiye embarkirin

Kurdistan 02:38 PM - 2025-12-10
Bendava Dukanê Ragihandina Wezareta Çandiniyê

Bendava Dukanê

Pêla Baranbarînê ya du rojên borî çem û bendav vejandiye û Wezareta Çandiniyê jî eşkere kir ku zêdetirî 100 milyon metrekup av di bendavên Dukan û Derbendîxanê de hatiye embarkirin.

Li gorî daxuyaniyekê ku ji aliyê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ve hatiye dayîn, bendavên Herêma Kurdistanê ji ber pêla ku li herêmê xistiye dest bi embarkirina avê kirine.

Wezareta Çandiniyê birê ava ku di bendavên Dûkan û Derbendîxanê de tê embarkirin eşkere kir, zêdetirî 100 milyon metrekup ji dahata avê di herdu bendavên Dûkan û Derbendîxanê de hatiye embarkirin bi awayekî ku Derbendîxan 1.5 metre û Dûkan jî 70 santîmetre zêde bûye.

Derbarê bendavên biçûk de jî, Wezareta Çandiniyê ragihand ku bendavên biçûk yên li Germiyan û Silêmaniyê hemî tijî bûn, bendavek li Hewlêrê tijî bûye û av di serde dirje û ewên din jî ava embarkirî bûne, û li Duhokê, asta ava bendavan zêde bûye lê bi rêjeyek kêmtir.

Ev yek jî di demekê de ye ku, di dema du rojên pêlên baranbarînê li herêma kurdistanê Lehî li gelek deveran dirust bû û ziyanên madî gihandiye can û malên xelkê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket