Qubad Talebanî zerarmendên Çemçemal qerebû dike

Kurdistan 12:33 PM - 2025-12-10
Qubad Talebanî PUKMEDIA

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî îro 10/12/2025 piştî lehiya qezaya Çemçemal serdana Çemçemalê kir, ew gihîşt navçeyê û ligel parêzgarê herêmê Remak Ramazan serdana qurbaniyan û xizmên wan kir.

Li gorî PUKMEDIA serdana Qubad Talebanî ji bo şopandina zirara lehiyê li Çemçemalê ye. Her wiha dê bi berpirsên îdarî yên herêmê re bicive û biryar derbarê çawaniya qerebûkirina qurbaniyan bide.
Li gorî agahiyan, armanceke din a serdanê beşdarbûna merasîma pirseya qurbaniyan e.

Di heman demê de Ata Mihemed serokê ofîsa Silêmaniyê ya Qubad Talebanî got: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan dê komîteyek were avakirin û dê zirardarên lehiyê werin qerebûkirin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket