Rêjeya hejariyê li Îraqê kêm dibe
Êraq 11:32 AM - 2025-12-06
AFP
Dîmenek ji bazarek li Besra
Wezareta Plandanana Îraqê ragihand ku rêjeya hejariyê li
gorî salên berê daketiye ji sedî 6 û amadekariyên destpêkirina stratejiyek
kêmkirina hejariyê ji bo 2026-2030 an jî dest pê kiriye.
Berdevkê Wezareta Plandananê Ebdul Zehra El-Hindawî ragihand
ku rêjeya hejariyê li Îraqê îsal daketiye,ev ji ber siyaset û tedbîrên hikûmetê
yên ji bo rû bi rûbûna hejariyê ye.
Her weha dibêje: Li gorî rapirsiya dawî ya ku ji aliyê
Wezareta Plandananê ve hatiye encamdan, rêjeya hejariyê daketiye ji sedî 17, ev
yek jî di demekê de ye ku di sala 2022an de ev rêje ji sedî 23 bû.
Berdevkê Wezareta Plandananê sedemek din ya kêmbûna
hejariyê bi misogerkirina ewlehiya xwarinê û berfirehkirina xizmetguzariya
civakî, ku zêdetir çîn di nav xwe de digire, ve girêda.
Amaje bi wê yekê kir ku, sindoqa Piştgiriya
Herêmên hejar di salên dawî de li hejmarek parêzgehan projeyên xizmetguzariyê
pêk aniye, ji bilî rola Sindoqa Geşepêdana Civakî ya Wezareta Plandananê,
ku bi dehan proje li zêdetirî 500 gund li seranserî Îraqê bicih aniye, di nav
de avakirina xwendingeh û navendên tenduristiyê, berfirehkirina torên av û karebayê,
û çakkirina Riyan.
Derbarê planên wan yên ji bo salên pêş de, Ebdul Zehra El-Hendawî,
berdevkê Wezareta Plandananê ya Îraqê, aşkere kir ku,Wezareta Plandananê amadekariyên
xwe ji bo destpêkirina Stratejiya Kêmkirina hejarî ya salên 2026-2030 berdewam
dike, ku dê pêngavên ku di du stratejiyên berê de serketî bûne bavêje.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

