Bêdengiya medyayên Hewlêrê nekarî bûyerê gundê Lacan ji cîhanê veşêre
Kurdistan 05:16 PM - 2025-11-30
PUKMEDIA
Logoya medyayê û bûyera li gundê Lacan
Êvara roja 29ê Mijdara 2025an, akinciyên gundê Lacan, di nav
de jin û zarok jî hebûn, li ber palavgeha Lanazê kom bûn daku ciwanekî bi navê
Şukur ku bi medyayê re axivîbû serbest berdin, lê wan bi guleyan bersiv dan, kesek hat kuştin û çend kesên din
jî birîndar bûn û hejmareke mezin ji xwepêşanderan bi birîndarî hatin girtin, ev buyer her çend medyaya li Hewlêrê li ser bûyerê bêdeng ma jî, ev bûyer di
medyaya navneteweyî de bû manşet.
Medyaya Îraqî
Kanala yekem ya Îraqî di nûçeyên xwe de ragihand ku hejmara
qurbaniyên bûyera xwînî ya li gundê Lacan gihîştiye yek kuştî û 15 birîndaran.
Kenala Îraq24:Di derbarê hejmara qurbaniyên pevçûnên di
navbera hêzên Pêşmerge û eşîra Harkî de gihîştiye yek kuştî û 16 birîndaran.
Kanaleke Sûmeriye
Sûmeriye TV
ragihand ku roja Şemiyê li Hewlêrê di pevçûnên di navbera hêzên ewlehiyê û
eşîra Herkî de xwepêşanderek hat kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn.
Her weha dibêje: Piştî
pevçûnan, eşîra Herkî bang li welatiyan kir ku li dijî hêzên ewlehiyê derkevin
û bi wan re rûbirû bibin.
Di heman demê de,
ajansa nûçeyan a Baxdad El-Yewm ragihand ku xwepêşandan li Lanazê veguherî
tundûtûjiyê, ajokarek hat kuştin û sê yên din birîndar bûn.
Her weha dibêje:
"Tundûtûjî dest pê kir dema ku akinciyên
herêmê daxwaza kar li pavgehê Lanaz dikirin, ku ew çend caran daxwaz dikirin.
Di heman demê de Kenala El Rabihe ragihand ku, hêzên
ewlehiyê êvara Şemiyê êrîşî xwepêşanderan li palavgeha petrolê ya Lanazê li
nêzîkî gundê Lacan li parêzgeha Hewlêrê kirin, di encamê de kesek hat kuştin û
çend kesên din birîndar bûn, çendîn kesên din jî birîndar bûn.
Ew kenal dobêje: Roja Pêncşemê, gundiyan li ber kompaniyayê
xwepêşandan kirin û daxwaza kar û bidawîanîna karmendkirina karkerên biyanî
kirin.
El-Rabihe ragihand
ku hêzên ewlehiyê êrîşî xwepêşanderan kirin û gule berdan, xwepêşanderek kuştin
û sê yên din birîndar kirin.
Medyaya cîhanî
Reuters: Aajanasa Reuters ji çavkaniyên ewlekarî û pizîşkî ragihand ku, Hêzên
ewlehiyê yên Kurd di dema xwepêşandanekê de li derveyî palavgeha Lanazê li ser
rêya Hewlêrê gule li herî kêm kesekî reşandin, çavkaniyên ewlehî û bijîşkî
gotin ku kesek hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn.
Her weha dibêje:
Xwepêşanderan ji bo daxwaza kar di nav
palavgehê de xwepêşandanek li dar xistin, lê hêzên ewlehiyê gule li wan
reşandin û xwepêşanderek kuştin.
Rojnameya Şerq El-Ewset ragihand ku dema hêzên ewlehiyê yên
Hikûmeta Herêma Kurdistanê gule li xwepêşandanekê li derveyî palavgeha petrolê
ya Lanazê li bakurê Hewlêrê reşandin, herî kêm kesek hat kuştin û sê kes jî
birîndar bûn.
Rojnameyê di raportekê de behsa alozî û xwepêşandanên li
gundê Lacanê li ser sînorê Giwêr kir û ragihand ku, xwepêşanderan daxwaza kar
li palavgehê kirin, lê di dema xwepêşandanan de, hêzên ewlehiyê gule li wan
reşandin û şofêrê kamyonekê ku berhemên petrolê vediguhast kuştin ku ew li
nêzîkî palavgehê cane xwe ji dest da.
Kanala televîzyonê ya El-Erebiya ya Erebistana Siûdî
ragihand ku di xwepêşandanekê de li derveyî palavgeha petrolê ya Lanazê li ser
rêya Hewlêrê, herî kêm kesek ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistana
Iraqê ve hatiye kuştin û sê kes jî birîndar bûne.
Her weha got: Xwepêşander li palavgehê kar dixwestin dema ku
hêzên ewlehiyê gule li wan reşandin.
Li gorî raporta televîzyona El-Erebî, di şer û pevçûnên di
navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de li parêzgeha Hewlêrê kesek hat kuştin û
zêdetirî 10 kesên din jî birîndar bûn.
Her weha dibêje: Peyamnêrê televîzyona El-Erebiye Xesan Xidir
li Hewlêrê got ku hejmara qurbaniyan zêdetir e ji ber ku rayedar hejmara
qurbaniyan belav nakin.
Tiştê ku bala medyayê kişand ev bû ku heta weşandina vê
nûçeyê, Wezareta Tenduristiyê û rayedarên hikûmetê li ser bûyerê tu daxuyanî
nedane.
Ev yek di demekê de ye ku, roja Şemiyê 29ê Mijdara 2025an li
gundê Lacanê nêzîkî Giwêr li parêzgeha Hewlêrê di navbera xwepêşanderan û hêzên
ewlehiyê de pevçûn derket, ku di encamê de hejmarek qurbanî çêbûn û piştre jî hêzeke
mezin ya ewlehiyê ji bo herêmê hat şandin, her çend bûyer di medyaya
navneteweyî û herêmî de bû manşet, lê medyaya Hewlêrê peyvek li ser bûyerê
negot.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
10:29 PM - 2026-01-09
NY:Divê alî kar ji bo cî bi cîkirina Peymana 10 Adarê bikin
10:00 PM - 2026-01-09
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
05:23 PM - 2026-01-09
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
04:48 PM - 2026-01-09
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
Kurdistan 10:29 PM - 2026-01-09


.jpg)
.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

