YNKê û Serok Bafil hewl didin destûrê bi riya diyalogê bicîh bînin

Kurdistan 03:42 PM - 2025-10-29
Dr. Ciawan Îhsan, Dr. Ismail Necmedîn Zengene, Dr. Becjet Sebri Akreyî Kurdistanî Nwê

Dr. Ciawan Îhsan, Dr. Ismail Necmedîn Zengene, Dr. Becjet Sebri Akreyî

YNK Kurdistan Îraq

Bi her hilbijartinek Civata Nûneran ya Îraqê re, mijara destûra welêt vedigere nav bangeşeya hilbijartinê, di navbera pirsa serrastkirinê û tekezkirina li ser bicîhanînê de, pirsgirêk dê wekî çend salên borî berdewam bike, ne were sererastkirin û ne jî wekî ku pêwîst be were bicîhanîn.

Me vê carê ev mijar kir mijara lêkolîna xwe, daku em bibînin ka mijara destûrê çawa tê dîtin? Di rastiyê de çi dê biguhere? Sûdên pêkanînê dê çi bin?.

Binpêkirina Destûrê

Dr. Ciwan Îhsan, endama Meketeba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), got ku gelek partiyên Îraqî hene ku destûrê binpê dikin û li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin û aşkere kir ku, em wek Kurd, ku di afirandin û pêkhatina Îraqê û nivîsandina destûrê de roleke sereke lîstin, xwe xwediyê destûrê dibînin û alîgirê bicîhanîna hemû bendên destûrê ne, bi taybetî jî Maddeya 140, ji ber ku ew ji bo gelê me pir girîng û diyarker e, me her tim piştgirî daye pêkanîna vê madeyê ji ber ku ew taybetî ji bo deverên veqetandî ye, ji ber vê yekê Kurdan her tim hewl dane ku destûrê wekî xwe bicîh bînin, nemaze ev made.

Her weha behsa peywendiyên Serok Mam Celal digel aliyên siyasî yên Îraqê û Ereban kir û got: Ew siyaseta ku wî li Îraqê dimeşand, rêbazek nû bû li Îraqê û berê di nav hêzên siyasî yên Îraqê de nehatibû sepandin, heta niha jî, Serok Bafil, ku heman siyaseta Serok Mam Celal pêk tîne, têkiliyek xurt ji bo Kurdan ava kiriye daku ew bikaribin piştgiriyek tevahî ji bo doza rewa ya gelê Kurd misoger bikin û bi tevahî piştgirîya bicîhanîna destûrê bikin,ew bingeha ku ji hêla Serok Mam Celal ve hatiye danîn û niha Serok Bafil li ser wê berdewam dike,

Divê Kurd yekgirtî bin

Dr. Ciwan Îhsan her wiha got: Ji bo bicîhanîna destûrê, divê Kurd yekgirtî bin, ev yek jî divê tenê wekî diruşmekê nemîne, Kurd di hemû partiyan de, bi cudahiyên ramanan û hemû tevgerên siyasî hewceyê yekîtîyê li Bexdayê ne, bi vê parçebûnê Kurd wê qels bibin, Madeya 140 wê neyê bicîhanîn û destûr wê were binpêkirin,di navbera hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de pirsgirêk wê derkevin hole.

Destûra Îraqê û Modela Federal

Li ser pirsa bicîhanîna destûrê û çareserkirina pirsgirêkan li gorî destûrê, Dr. Îsmayîl Necmedîn Zengene, mamostayê zanîngehê û lêkolînerê yasayî , ji Kurdistanî Nwê re got ku destûra Îraqê ya 2005an modelek federal anî hole,vê destûr ji bo dabînkirina modelek nû ji nû ve hate nivîsandin, lê ev model ji destpêkê ve bi awayekî ne zelal û bê rêkûpêk hate afirandin, ji ber ku li Îraqê tenê yek mînakek federalîzmê heye, ew jî Herêma Kurdistanê ye û federalîzmek din tune ye, ev yek cûdahiyek çêkiriye, ku di çarçoveya bendên destûrê de xuya dike û bandor li ser asta bicîhanîna madeyên têkildarî Herêma Kurdistanê wekî yekîneyeke federal kiriye.

Amaje bi wê yekê kir ku hin ji madeyên destûrê hatine bicîhanîn, bi taybetî yên têkildarî rêxistinkirina desthilatan di federal û herêmî de, lê hejmarek ji bendên din yên di destûrê de ji bo mafên Herêma Kurdistanê hene, her wiha, destûr rê dide avakirina herêmên nû di pêşerojê de, lê ne hatiye bicîhanîn, her çend li Besra û deverên din çend hewldan hebûn jî, ev hewldan rasterast ji hêla hikûmeta Îraqê ve hatin bersivandin, ji ber ku destûr bi xwe bi zelalî ji me re dibêje ku piraniya Îraqiyan ne digel vebijarka federal ya li Îraqê bûn.

Hewldanên YNKê

Her wiha got: Hewldanên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serok Bafil eşkere ne, cureyekî têkiliyên xurt bi aliyên Îraqî û hikûmeta Îraqê re ji nû ve ava kiriye, bê guman, ev gav pir girîng in,divê hin ji van mijaran bi awayekî siyasî werin bicîhanîn û amadekirina peymanek siyasî ji bo bicîhanîna hin ji van mijaran bike ware cî bi cîkirinê, bê guman, ne hemû bendên destûrî yan hemû pirsgirêkên di navbera her du hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê de dikarin di yek pakêtê de werin bicîhanîn, lê gengaz e ku gav bi gav, lihevkirin bi lihevkirin li ser van pirsgirêkan xebat were kirin.

Her wiha tê çavrêkirin Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pirsa dahatên ne-petrolê û budçeyê bigihîje rêkeftinekê û wê pirsê di çarçoveya destûrê de çareser bike.

Navbirî got: Maddeya 140-an ferzek e li ser hikûmeta “raqê û li gorî destûrê, divê serokwezîr wê bicîh bîne, piştî hilbijartinan, YNK; dikare vê yekê li ser peymana avakirina hikûmetê ferz bike, ji ber ku pirsgirêka di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de pirsgirêkek destûrî, yasayî û darayî ye.

Destûra Îraqê destûrek dijwar e

Derbarê wê yekê ku Çima hin partiyên Îraqî tenê dema ku hilbijartin nêzîk dibin behsa sererastkirina destûrê dikin? Ew alî dixwazin kîjan madeyê serrast bikin? An jî dema ku destûr ji bo destnîşankirina mafên wan were sererastkirin yan jî madeyên têkildarî Kurdan neyên sererastkirin û guhertin, Kurd dikarin çi bikin? Dr. Bahcet Sebrî Akreyî, mamostayê zanîngehê, ji Kurdistanî Nwê re got: Di dema bangeşeya hilbijartinê de behsa sererastkirina destûrê kirin bazariyek siyasî ye, ji ber ku destûra Îraqê destûrek hişk e û sererastkirina wê pir dijwar e, derbarê sererastkirina madeyan de, em hemî dizanin ku li IÎraqê sê partî hene, Şîe, Sunnî û aliyên Kurdistanî hene, her gava ku herdu aliyên Şîe û Sunnî li ser serrastkirin çend madeyên destûrî yên li dijî Kurdistanê, wek madeya 140 û madeya 65, li hev bikin, ew nikarin vê yekê bikin, ji ber ku divê herêm razî bibe ku van madeyan serrast bike, û dive herêm razî nebe û yekgirtî bin li dijî aliyên Şîe û Sunnî li Bexdayê, ji ber vê yekê, serrastkirina madeya 112 ne gengaz e, ji ber ku ew bi dewleta federal re ne lihevhatî ye, lê nikare were guherandin, ji ber ku destûra Îraqê destûrek hişk e, lê Kurd dikarin mafên xwe yên destûrî biparêzin, her wiha divê destûr bi dengdana ji nû ve were serrastkirin, ev ne mumkin e ji ber ku demek dirêj digire û pirsgirêkên destûrî diafirîne, ji ber vê yekê destûr dê wekî xwe bimîne.

Gelek made hene ku nayên bicîhanîn

Derbarê madeyên destûrî yên ku tên binpêkirin û nayên bicîhanîn de, Dr. Behcet Sebrî Akreyî got:Madeyên herî girîng yên ku pirsgirêkan diafirînin û nayên bicîhanîn, madeya 140, birgeya 1-2 ne, ku heya niha ji hêla IÎaqê ve tiştek nehatiye kirin,her wiha madeya 112, ku ji Îraqê dixwaze ku hemû dahata petrolê werbigire, behsa bîrên petrolê yên heyî, ango dema nivîsandina destûrê, nake, lê niha ew daxwaza radestkirina hemû dahatên petrolê dike, vê made bi mûçeyên karmendan ve girê dide, divê Îraq mûçeyên karmendên xwe peyda bike û wan bi ti biryarên siyasî ve girê nede.

Her wiha got:Madeya 65 heya niha ne hatiye cî bi cî kirin û madeya 114 û birgeya 1/b bi xweşhaliyê, aliyên Kurdî bi yekdengî derxistina yasaya Heşdî Şabî red kirin, her wiha Amerîka jî di vî warî de roleke baş lîstû em hemû dizanin ku gelek pirsgirêk hene di warê radestkirina dahata navxweyî de, ku Îraq hemû dahatê jê dixwaze.

PUKMEDIA- Kurdistanî Nwê



 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket