Îro belavkirina mûçeyên heyva Gulanê bi dawî dibe
Kurdistan 10:03 AM - 2025-07-27
PUKMEDIA
Diravê Êraqî
Îro, 27ê Tîrmeha 2025an, çend wezaret û deste dê mûçeyên heyva
Gulanê yên îsal dê werbigirin, û bi wê yekê belavkirina mûçeyan bi dawî bibe; û
mûçexwer jî li benda mûçeyên heyva Hezîranê ne.
Li gorî bernameya
ku ji aliyê Wezareta Darayî û Aboriyê ve hatiye belavkirin, îro Yekşem (Wezaretên
Karûbarên Civakî, Çand û Ciwanan, Kareba, weqf, Xwendina Bilind),her weha her
sê Serokatiyên (Pêşmerge/Dîwan/Lîwayan, Yekîneyên Hêzên 70 û 80, Polîsên
Saziyên Petrolê, Civata Asayîşê û Dezgeha Asayîşê, Hêza Zêrevaniyê û Hêza
Parastina Awarte) dê mûçeyên xwe yên heyva Gulanê ya îsal werbigirin.
Bi belavkirina
mûçeyên van wezaret û dezgehan,îro Yekşem rêkefta (27-07-2025) an dawî li
belavkirina mûçeyên heyva Gulanê li Herêma Kurdistanê tê; û mûçexwer li benda wergirtina
mûçeyên heyva Hezîranê ne.
Di demek nêzîk de Bexda dê mûçeyên Heyva Hezîranê bişîne Herêma Kurdistanê
Hevdem beriya niha Sirwe
Mihemed, Endama Civata Nûneran ya Êraqê ji Firaksiyona YNKê, ji PUKMEDIA re ragihandibû
ku Wezareta Darayî ya Êraqê niha mijûlî hûrbîniyan di lîsteya mûçeyên heyva Hezîranê
ya mûçexwerên Herêma Kurdistanê de ye.
Her weha got: Eger çi
pirsgirêk rû nedin, hikûmeta Êraqê di demek nezîk de dê muçeyên heyva Hezîranê
ji Herêma Kurdistanê re bişîne.
Wezareta Darayî û Aborî
ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 25ê Tîrmeha 2025an de dest bi belavkirina
mûçeyên heyva Gulanê kir û li gorî bernameyê îro 27 Tîrmeh ya sala 2025 an dawî
li belavkirina mûçeyan tê.
Ev yek di demekê de
ye ku, roja 24ê Tîrmeh ya sala 2025an de, Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta
Herêma Kurdistanê ragihand:Kojmê (974,813,000,000) nehsed û heftê û çar milyar
û heşt sed û sêzdeh milyon dînar wekî mafên mûçeyê yên heyva Gulanê li ser hejmara
Bankê Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê li liqê Hewlêr ya Banka
Navendî ya Êraqê hatibû razandin.
Her wiha roja 22ê
Tîrmeh ya sala 2025an de, Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kojmê (120,000,000,000)
sed û bîst milyar dînar wek dahata ne-petrolê li beşê Xezîneya Federal li liqê
Hewlêrê ya Banka Navendî ya Êraqê ya dahata ne-petrolê razandibû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

